ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-01 09:00:03   * Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk re 28 sal derbas bûn. Hevjîna wî Şenay Melîk got: "Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin, serî li jiholêrakirina wî dan. Dê bi fikirên xwe bijî."    * Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtinên dîplomatîk ên li Îngîltereyê kirin de dîtine ku haya gelek derdoran ji tecrîda li ser Ocalan heye û li dijî vê kampanya tên lidarxistin. Temellî got, partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê jî divê êdî derheqê Ocalan de biaxivin.    * Girtiyê nexweş helbestvan û nivîskar Naîl Demîr ê pençeşêra kolon û prostatê, nexweşîna rodiyan pê re heye û çavên wî baş nabînin nayê berdan.    * Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dê sibê dest pê bike. Ji dilxwazên mîhrîcana Alî Denîz Karahan ji bo beşdarbûnê bang kir.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 450 de berdewam dike.    * Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, li ber Edliyeya Stenbolê derbarê doza girtinê ku lê hatiye vekirin de daxuyanî bide. (10.00)   * Danişîna duyemîn a doza Komkujiya Pirsûsê ku ji bo bersûcên firarî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî berdewam dike wê li Kampûsa Girtîgeha Hewaqê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)   * DTK, HDK, DBP, TJA, HDP û TÛHAD FED ji bo meşa ku wê li dijî tecrîdê li dar bixin civîna çapameniyê li dar bixin. (13.00) (ZINDÎ)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amedê li ber ATK'ê berdewam bike. (13.00)   * Şaxa OHD'ê ya Wanê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Behra Reş de wê li Baroya Wanê daxuyanî bide. (13.30)   * 11'emîn danişîna Komkujiya Îzol li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Aksarayê bê dîtin. (16.00)   * DAKAP, wê derbarê binçavkirina jinan a li Êlihê de li Parqa Xezal a Amedê daxuyanî bide. (17.30)   * Hevseroka GiştÎ ya HDP'ê Pervîn Bûldan, tev li bernameya "Xwarina Piştevaniyê" ya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê bibe. (19.00)