Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-05-31 16:23:19   ANKARA - Ekîn Ceren Dogrûak ku hevalên wê jê re dibêjin "Keça behrê ya evîndara çiyayan" di 17'emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn.     Ekîn Ceren Dogrûak di 17'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku di 31'ê Gulana 2005'an de li Herêma Kurdistanê, di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyakayê hate bibîranîn. Rêxistina HDP'a Enqereyê, heval û malbata Dogrûak tev li merasîma bîranîna wê bûn.     Di bîranînê de hevserokê Enqereyê Vezîr Parlak axivî û anî ziman ku ew dê li tekoşîna Ekîn Ceren Dogrûak xwedî derbikevin û wiha got: "Bîranîna wê dê di tekoşîna me de bijî"   Parlak, derstnîşan kir ku Dogrûak mîrateyeke binirx li pey xwe hiştiye û wiha axivi: "Em hêvî dikin ku em dê li mîrateya wê xwedî derbikevin. Kesên ku gelê kurd di rojên zehmet de tenê nehêle, gelê kurd jî dê wan bi tenê nahêle. Ji bo bicihanîna hesreta welatekî di nava aştî û demokrasiyê de, berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê me. Em li vir ser gora rêhevala xwe Amara soza xwe dûbare dikin ku em dê vê tekoşînê bigihînin serkeftinê. Em rêhevala xwe Amarayê bi rêz û hurmet bibîrtînin."   Piştî axaftina Parlak, hevalên Ekîn Ceren Dogrûakê kulîlkên beybûnan ku Dogrûak pir jê hez dikir, danîn ser gora wê.