‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’ 2022-05-31 15:53:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dest bi konsepteke şer a nû kiriye. Karayilan, diyar kir ku AKP-MHP  dixwazin polîtîkaya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Herêma Federal a Kurdistanê jî têxin meriyetê.    Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî êrişên Tirkiyeyê ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin, bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Karayilan, şerê li Herêma Federal a Kurdistanê weke şerê hebûn û tunebûnê pênase kir û wiha got: “Em dixwazin li ser vê xakê hebin û azad bijîn. Em vî şerî li ser vî bingehî dimeşînin. Ne em lê dewleta tirk êriş dike. Yên ku dixwazin vê meseleyê bi kuştin û rijandina xwînê çareser bikin, ew in. Em dixwazin ku pirsgirêka kurd bi rêbazên adilane were çareserkirin. Lê belê heke li şûna çareseriyê hewl bidin me tune bikin, wê demê bêguman em jî dê heta dawiyê xwe biparêzin.”    Karayilan, da zanîn ku şerê li dijî tevgera wan bi tecrîdê hatiye destpêkirin û wiha domand: “Binêrin, ev 15 meh in tu agahî ji Rêber Apo û 3 hevalên din nayên girtin. Serdema me, serdema telekomunîkasyonê ye. Telefon heye, înternet heye, telgraf heye, posta heye. Dewleta tirk hemû qanûnên navneteweyî û navxweyî binpê dike. Pergala li Îmraliyê, pergala îşkenceya psîkolojîk û qirkirina civaka kurd e. Divê mirov li dijî vê pergalê têbikoşe û vê pergalê biguherîne. Heta ku ev pergal ji holê neyê rakirin, dê li Tirkiyeyê edalet û demokrasî pêk neyê.”    ŞERÊ LI HERÊMÊ   Bi domdarî Karayilan, bal kişand ser şerê li Zap, Metîna û Avaşînê û ev tişt anî ziman: “Li van herêman şerekî dijwar heye. Li aliyekî bi dehhezaran leşker, tank, top, balafir û çekên kîmyewî tên bikaranîn, li aliyê din jî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî, bi bombeyên di destê xwe de li ber xwe didin, şer dikin. Di şer de hevsengiyek nîne lê gerîla bi îradeyeke ji pola li ber xwe dide. Em bi rêbazên nû şer dikin û hemû teknolojiya wan a hewayî, bejahî û çekên kîmyewî vala derdixînin. Dijmin bi vî rengî êrişî eyaleta Zapê anku herêma Rêkan û Nêrweyê kir. Di wir de xitimî û ev bû 40 roj. Leşkerên wan mirin û gerîla êriş birin ser wan. Hem li Kurêjaro û hem jî li Çiyareş gelek kuştiyên wan çêbûn. Li wir xitimîn û têk çûn. Tu devera ku gerîla nexwestiye ew hîn neketine wan deran. Lê belê li gelek deveran di nava hev de ne. Di mesafeya bombeyê de şer heye. Şerekî wisa dijwar û giran heye.”   PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ BERÊ ŞER GUHESTIN’   Di berdewamê de Karayilan got ku piştî artêşa tirk li herêmên navborî xitimî, berê şer guhest aliyê rojavayê Ava Zê û wiha ev agahî dan: “Em jê re dibêjin Zap, Ava Zapê. Ango li wir Girê Cûdî heye, Girê FM, Girê Amediyê heye. Şer niha li wir didome. Ka leşkerên xwe danîbin ku derê, li wir mane. Her car ku dixwazin pêş bikevin, derban dixwin. Dizanim ku gelek helîkopterên wan jî hatine derbkirin. Gelek ji wan jî belkî dikevin. Lê belê ji ber ku ûsûlê me nîne ku tiştê me bi çavên xwe nedîtî bibêjin. Mesela li Girê Cûdî hevalan li 2 helîkopterên Skorsky xistin, dibêjin dû jê derketiye û dema diçû Qereqola Girekê dengekî teqînê yê mezin hatiye. Lê ji ber ku bi çavên xwe nedîtine, nabêjin îmha bûye. Gelemperiya helîkopterên em derban lê dixin, piştre îmha dibin. Yên tê de piranî dimirin. Dikarim bibêjim ku zirarekî mezin digihije dewleta tirk. Kuştiyên wan pir in. Erdogan-Bahçelî dixwazin zarokên kurd û tirkan bidin kuştin û desthilatdariya xwe biparêzin.”   ‘7 CUREYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎNE’   Karayilan, daxuyand ku di şer der herî zêde çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di vî şerî de herî zêde kîmyasalê bi kar tînin. Tiştê ku niha ew giraniyê didin ser ev e. Heta niha hevalan 7 cureyên kîmyasalan tespît kirine. Mesela yê yekemîn rengê xwe reş e. Weke zîftê ye. Anku qîr e. Yê duyemîn rengê xwe zer e. Yê sêyemîn rengê xwe rengê zîvê ye. Yê çaremîn rengê xwe kesk e û bêhn jê nayê. Yê pêncemîn rengê xwe qehweyî ye. Yê din rengê xwe sor e. Bêhna xwe weke ava sabûnê ye. Ava ku cil pê hatiye şuştin, bêhneke bi wî rengî jê tê. Yê herî dawî jî rengê xwe spî ye. Anku xuyaye xazên cur bi cur bi kar tînin û dixwazin wisa bi ser kevin. Ji bo wê jî raya giştî, gelê me, mirovên parêzvanên mafên mirovan ên li dijî van çekên qedexe divê vê li ber çavan bigirin û li gorî wê li ser rawestin. Rewş hinek wisa ye. Lê belê em bi xwe û bi rê û rêbazên xwe bawer in. Em ê her cureyên çekan vala derxînin û wan têk bibin. Em jî hevalên me jî bibiryar in. Em hemû rîskan didin ber çavan û dibêjin ku teqez dê vî dijmînî têk bibin.”    Mûrat Karayilan di berdewamê de bal kişand ser konsepta şerê heyî û ev nirxandin kir: “Ev şeş sal in em hewl dida bidin fêmkirin. Di dema xwe de me gelek caran ev mijar bi hêzên siyasî yên kurdistanî, bi taybetî yên ji Başûr re parve kir. Konsepta AKP-MHP'ê, konsepteke nû ye. Hebûna kurdan ji bo Komara Tirkiyeyê weke xetereya sereke dibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareseriyê di dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî de dibînin. Ev konsepteke. Her wiha dibêjin; ‘Divê mirov li herêmê weke Osmanî dewleteke mezin be. Anku Iraq, Sûriyeyê heta Lîbyayê bixe bin serweriya xwe.’ Bêguman ev biryar, ji bo kurdan xetereyeke mezin e. Yên ku hebûna kurdan bo xwe gef dibînin dê çi bikin? Dê qir bikin. Êdî bi çi qirkirina siyasî yan jî ya spî û fîzîkî. Dibêjin bila tenê tirk hebin. Ev konsept, ji bo gelên ereb û yên li herêmê jî xetere ye. Konsepta Tirkiyeyê ev e. Xeta Îttîhat Terakî ye û tûranîzm e. Dixwazin ji Efrînê heta Sîdekan û Diyanayê, bi kûrahiya 30 kîlomîtroyan herêmeke tampon ava bikin. Tişta ku li Efrînê kirin, dixwazin li seranserî Rojava û Başûr bikin.”   ‘PDK’Ê TIRKIYE TERCÎH KIR’   Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi domdarî qala bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrişa kir û wiha got: “Bêdengiyeke mezin heye. Bêguman em xwe berpirsyar dibînin di parastina tevahiya Kurdistanê de. Lê belê li derveyî me jî gelek alî hene. Îro gerîlayên azadiya Kurdistanê bi rastî meh û nîveke li hemberî dijmin şerekî dijwar dimeşîne. Bi esasî ev şer 3 sal in tê meşandin. Ew dixwazin Başûr dagir bikin. Heke herêma me dagir bikin piştre dê kontrola xwe li ser tevahiya Başûr çêbikin. Ev konsepta dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya qirker ji bo tevahiya gelê kurd xetereyeke. Lê belê ji bo Başûrê Kurdistanê xetereyeke mezintir e. Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û herêm jinûve tê dîzaynkirin. Di vê dema dîrokî de divê em kurd jî xwedî stratejiyeke hevbeş bin. Lê belê mixabin niha tiştekî wiha li holê nîne. Bi taybet di mijara Başûr de PDK’ê biryara xwe daye. Me 6 sal berê bi PDK’ê re nîqaş kirin lê wan cihê xwe li kêleka Tirkiyeyê girt. Anku hevkariya bi wan re esas girtin. Lê partiyên din jî hene ku nikarin her tiştî bi PDK’ê îzeh bikin. Statûya Başûr di xetereyê de ye. Raste pirsgirêkên Başûr ên cuda jî hene lê em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê kurd bibin yek. Baş e lê rayedarên li Hewlêrê çawa niyeta xerab a Tirkiyeyê nabînin? Ev rastî jî karesateke mezin e.”   ‘HEKE TIRKIYE LI VIR BI CIH BIBE DÊ JÊ DERNEKEVE’   Karayilan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, sivîlên me dikuje, teror û zilmê dike. Lê em nikarin dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Çima? Yek; ji ber hevkariya PDK’ê ya bi vê zîhniyeta hov, nîjadperest û dijminê kurdan re ye. Du; bêdengiya siyaseta başûrê Kurdistanê ye. Ma ne hinek aliyên weke YNK û Goranê di nava hikûmetê de ne? Muxalefet, rewşenbîr, hunermend û zanyar hene. Lê bêdeng in. Sekna siyaseta Başûr, hevkariya PDK’ê û bêdengiya aliyê din nahêle ku rûyê Tirkiyeyê xuya bibe. Lewma dewleta tirk ewqas bi hêsanî dikeve nava xaka Başûr. Mînak niha ber bi Şikefta Birîndaran ve rê çêdikin. Bi milyon dolaran xerc dikin. Ev dijmin heke bikevin van cihên stratejîk, gelo wê jê derkeve? Dê jê dernekeve. Heke kontrol bikin dê sibe bi mirovên xwe yên li nav wan xebitin re wan jî kontrol bikin. Bi taybet jî banga min ji bo siyasetmedarên bi wan re dixebitin ew e ku li Tirkiyeyê binêrin û bixwînin. Ji Fatîh Sûltan Mehmet heta niha, hemû serhildanên kurdan piştî ku têk birin, berê xwe dane kurdên ku bi wan re hevkarî kirine û ew jî tesfiye kirine. Serhildanên Dêrsim, Şêx Seîd û Agiriyê çend mînakên vê ne.    ÊRIŞA LI DIJÎ BAMERNÊ   Binêrin, beriya vê 2-3 rojan Tirkiyeyê bi balafiran li Bamernê li xelkê li seyranê xist. 2 zarokên me ku hînê emrê xwe 10 salî bûn, şehîd ketin. Ew şehîdên ciwan ên şoreşê ne. Çi gotin? Gotin 'PKK'ê ev kiriye'. Ne ku nûçegihanekî nûçeyeke wisa derxist, na. Walî, waliyê Duhokê bi xwe axivî û got 'PKK'ê ev kiriye'. Berpirsyarê PDK'ê yê li Amediyê yê yekem, bi xwe axivî, wisa bêrêzî nêzîk bû, gelek tişt got. Got 'Ev karê PKK'ê ye, PKK hawan avêtiye'. Eybe, şerm bikin. Ma li we ketiye, ku hûn ser qirêjiya Tirkiyeyê bigirin? Ewqasî jî na. Ma ne rûmeteke mirovan heye, kerameteke xwe heye. Ma walî wisa dibin? Balafirên me hene ku em werin milet bixin? Em ê çima li milet bixin? Em ji bo vî miletî canê xwe didin. Li her derê terora Tirkiyeyê heye lê çav jê re tê girtin. Pêşî tê vekirin û hevkarî tê kirin.    BI KAR ANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Berê li başûrê Kurdistanê ewqas kîmyasal hate bikaranîn. Li Helebçe û li Behdînan, li gelek deveran hate bikaranîn. Mirovên me ji kîmyasalê pir zerar dîtin, şehîd dan. Niha jî kîmyasal li hemberî me tê bikaranîn. Kîmyasala ku li warekî teng bi bandor bike, ku bandorê li gerîla bike bi kar tîne. Hevalên me pê şehîd dikevin. Em dixwazin heyetên bêalî werin binêrin. Par mesela Avaşîn hinekî li pişt e, bi rastî hinekî dûr e. Lê belê niha hema 2 kîlometre li pişt Dêrelokê, li pişta Şêladizê Kurojahro ye. Heyet dikare were li wir binêre. Lê belê heyetan bernadin. Hatina heyetê ji bo wir li aliyekî, nahêlin heyet bên Hewlêrê. Ango Tirkiye qirêjiyê dike, hovîtiyê dike, wehşetê dike, li hemberî qanûnên gerdûnî sûc dike, ew jî perdeyê datînin ber, ji bo kes nebîne. Ev bi rastî tiştekî bi êş e.    BANG LI KURDAN KIR   Banga min ji bo tevahiya siyasetmedarên Kurdistanê heye, bi taybetî ji bo siyaseta başûrê Kurdistanê heye, ji bo YNK'ê heye, ji bo Goran heye, ji bo Yekgirtû Îslam heye, ji bo Komala Dadwerî heye, ji bo Hizbî Şûî Kurdistan, ji bo Zehmetkêşan, ji bo Tevgera Azadî heye. Hemû aliyên siyasî banga me li wan heye. Li hemberî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê û li hemberî van konsept û xeternakiya dewleta Tirkiyeyê li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Banga me ji bo hemû rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, rewşenbîrên tevahiya Kurdistanê, banga me ji bo hunermendên başûrê Kurdistanê hunermendên tevahiya Kurdistanê heye. Li hemberî vê konsepta Tirkiyeyê ku dixwaze gelê me, destketiyên gelê me ji holê rakin bêdeng nemînin. Li hember derkevin. Banga me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê; mesela rojhilatê Kurdistanê bêdeng e. Heke ku niha bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê ji holê rakin wê demê Rojhilat jî namîne. Siyasetmedarên Rojhilat, yên Rojava, yên Bakur, yên Başûr di vê demê de divê xeteriyên heyî bibînin. Divê bi berpirsyarî nêzîk bibe. Ti kes divê hevkariyê neke, li hemberî hevkariyê jî divê helwestê nîşan bidin. Ê me em tenê bang nakin. Em pratîkê jî dikin. Em canê xwe didin. Em her tiştî didin ber çav li hemberî vî dijminî li ber xwe didin. Divê ev berxwedan bê dîtin. Me ji bo vê got berxwedana Zapê girîng e. Çima? Ji ber ku em dizanin heke ev konsepta dijmin bi ser bikeve, kes nikare pêşî lê bigire. Em nabêjin werin alîkariya me bikin, na na na. Em wer nabêjin. Em têra xwe hene. Di qada şer de em û dewleta tirk li hemberî hev bin, em têra xwe hene. Lê belê li hemberî me dagirkeriyek, qirkeriyeke dijwar heye, li ser her kesekî xetere ye, em dibêjin li hemberî vê em helwesteke siyasî nîşan bidin, li hemberî wê helwesteke neteweyî nîşan bidin, bisekinin. Em dibêjin bila kes hevkariyê pê re neke, alîkariyê pê re neke. Bila bêteref bimînin. Û yên welatparêz bila welat biparêzin. Parastina welat di warê îdeolojîk, siyasî, çandî de bikin. Helwesta siyasî nîşan bidin. Weke neteweya Kurd divê em li hemberî vê xwînrijiyê, li hemberî vê destdirêjiyê rawestin. Bendewariya me ev e, wekî din em di şer de em têra xwe hene.”