Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin 2022-05-31 15:52:31   WAN - Hate diyarkirin ku ji ber Mehmet Kultur û Feyyaz Başak ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin li dijî guhertina qawişan derketine, gardiyanan li wan xistine û 3 girtî jî bêyî daxwaza xwe hatine sewqkirin.    Hate diyarkirin ku ji ber Mehmet Kultur û Feyyaz Başak ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin li dijî guhertina qawişan derketine. Hate bilêvkirin ku girtiyên ku gardiyanan li wan xistine li erdî re hatine kaşkirin û di laşê wan de şopa lêdanê hebûye. Hate diyarkirin ku her du girtî xistine hucreyên yek kesî û girtiyan bi lêdana derî û dîwaran ev rewş şermezar kirine.    Her wiha hate hînbûn ku girtiyên bi navê Ramazan Kaya, Abdûlkadîr Naz û Metîn Erîşmîş jî bêyî daxwaza xwe sirgunî hin girtîgehên din hatine kirin. Tu agahî nehatin bidestxistin ku girtî birine ku derê.