Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan 2022-05-31 14:22:33   MÊRSÎN - Ciwanên bi navên Demhat Gokalp û Ozgur Sungur ku di serdegirtina malan ên Mêrsînê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Polîsan di 27’ê gulanê de li Mêrsînê bi ser malan de girtibûn û ciwanên bi navên Demhat Gokalp û Ozgur Sungur bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” binçav kiribûn. Ciwanên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê dihatin ragirtin, piştî kar û barên îfadegirtinê, şevê din hatin berdan.