Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye 2022-05-31 12:37:37   RIHA - Ferît Şenyaşar ê di roja 449’emîn a Nobeta Edaletê de li pêş edliyeyê axivî wiha got: “Parlamenterê partiya desthilatê ku komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye. Ji ber vê yekê dozger peywîra bi cih naînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 449’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.    Ferît Şenyaşar ê li vir axivî, bi bîr xist ku salek û nîv e nobeta edaletê digirin û wiha got: “Beriya 4 salan em rastî komkujiyekê hatin, biryara veşartî ya li ser dosyayê hêj berdewam dike. Ev biryara veşartî tenê ji bo me veşartî ye.” Şenyaşar, bi lêv kir ku welatî û çapemenî ji holê rakirina qeydên komkujiya li nexweşxaneyê pêk hat agahdar in û wiha got: “Em di kunciknivîsan de dixwînin ku komkujiya li nexweşxaneyê çawa di bin kontrola parlamenter de pêk hatiye. Em di medyayê de jî dişopînin lê dema em dixwazin bi parêzer re biaxivin daxwazên me yên hiqûqî tên redkirin. Têkildarî dozê bi me re tu tişt nayê parvekirin. Parlamenterê partiya desthilatê ku komkujî pêk anî ye xwe li pişt parlamenter veşartî ye. Ji ber vê yekê dozger peywîra xwe bi cih naînin. Zilm berdewam dike. Kesên ku ev komkujiyê pêk anîne wê rojekê bên darizandin.”   ‘DARAZA SERBIXWE Û BÊALÎ LI KU YE?’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Biryara veşartinê ya li ser dosyaya me ku rayagiştî xwedî lê derketiye 4 sal in didome. Li gorî xebatkarên tenduristiyê parlamenter ji xizmên xwe re gotiye ‘Wê kes ji nexweşxaneyê zindî dernekeve’. Daraza serbixwe û bêalî li ku ye?”