Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê 2022-05-31 12:23:33   ÎZMÎR - Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan, diyar kir ku li navçeya Torbaliyê li ser kesekî ku şer kiriye nasnameya "Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê" derketiye.    Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan, da zanîn ku li navçeya Torbali ya Îzmîrê dukesan li hev xistiye û li ser kesekî qerta nasînê ya "Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê" derketiye. Bakan, destnîşan kir ku forsa Serokkomariyê jî li ser qert heye. Bakan, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî qertê "Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê" ku li ser navê Mehmet Cazîp Obay hatiye amadekirin û demançeyeke bijarjor parve kir.    Di parvekirina xwe de Bakan ev tişt gotin: "Em cihê vala nabêjin li Tirkiyeyê komên paramîlîter hene. Me digot Sadat, Tevgera Taybet a Gel, Ocaxên Ciwanên Ak (Spî) Komeleya Tevgera Taybet niha jî Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê derket holê. Îro li Torbaliyê polisan mudaxaleyî du kesên ku şerê hev kirine kiriye û li ser kesekê vê nasnameyê dîtine. Niha jî em bi kesên ku ji xwe re dibejin fedaiyên dewletê û bi vê jî bi sînor namînin û li ser qertê ku bi xwe re digerînin forsa Serokkomariyê heye re li heman kuçeyan digerin.   BIHÛŞTA RÊXISTINÊN SÛC   Di dema kesê ku 6 sal in Wezareta Karên Hundir bi rê ve dib de Tirkiye bûye bihûşta rêxistinên sûc. Di ser de jî van rêxistinan bi awayekî vekirî kar dikin. Xwe weke peywirdarên dewletê nîşan didin, unîforma li xwe dikin, forsa Serokkomariyê bi kar tînin û di berîkên xwe de nasnameyan digerînin. Ev tenê beşeke aşkera ye. SADAT, Bîzbûllah û nizanim ocaxên çi qet ferq nake em ê bên ber deriyê we û we deşîfre bikin. Piştî hilbijartinan wê Tirkiye ji van rêxistinên sûc û komên paramîlîter ên desthilatê paqij bibe."