Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn 2022-05-31 11:55:04   WAN - Ji ber nûçeyek çekiribû, derbarê nûçegihana Jinnewsê Zelal Tûnç de bi hêceta "ji karmendekî cemaweriyê re heqeret kiriye" doz hatibû vekirin. Dadgehê, 8 meh û 22 roj cezayê hefsê li Tûnç birî.    Ji ber nûçeyek çekiribû, derbarê nûçegihana Jinnewsê Zelal Tûnç de bi hêceta "ji karmendekî cemaweriyê re heqeret kiriye" doz hatibû vekirin. Danişîna doza ewil ku Tûnç jê tê darizandin li Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Bêgiriyê ya Wanê hat dîtin. Di danişîna ku kes tevlînebûyî de dadgehê bi sûcê "Şêwazê darizandina hêsan" 8 meh 22 roj cezayê hefsê li Tûnç birî û ceza taloq kir.