Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin 2022-05-31 10:03:57 COLEMÊRG/WAN - Li navçeya Colemêrg û Wanê, ji aliyê artêşa tirk ve bi hejmareke zêde ya leşkeran operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.    Duh di saetên şevê de li navçeya Gever a Colemêrgê operasyoneke leşkerî dest pê kir. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin; operasyon li çiyayê Sipêrêz dest pê kiriye û heta saetên serê sibehê li herêma operasyonê liv û tevgera helîkopter, SÎHA û ÎHA'yan hebûye. Hat diyarkirin ku operasyonên li gundên Pagê, Tiloran a Jêr û Jor, Kuçe, Zîzan, Memkava, Meşkan, Kêlban, Yekmala Jor û Jêr, Darê, Kaportê, Çardiwar, Mûşan û li herêmên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topizawa didome.    Li herêmê liv û tevgera hewayî heye û sewqîyata leşkerî ber bi herêman ve tê kirin.    PAYÎZAVA   Li navçeya Payîzava ya Wanê jî bi heman rengî operasyoneke berfireh dest pê kir. Hat diyarkirin ku operasyonê li gundê Tako, Aşxan, Silîlan, Merwano û zozanên Tirşinê didome.