Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye' 2022-05-30 14:16:49   ENQERE - Di danişîna doza Ozcan Çûhadar ê ji ber sûcdariya tecawizî du zarokan kiriye tê darizandin de, dozgerê mutalaaya xwe aşkera kir, got “rizaya wan heye” û xwest faîl were berdan.    Li Enqereyê hikûmxwarê “êrişa zayendî” Ozcan Çuhadar (41) ku di çarçoveya bergiriyên şewba vîrûsa koronayê de ji girtîgeha vekirî bi destûr derket, di otobûsa gel ku weke ajokar dixebitî de tecawizî du zarokên xurt ên 15 û 16 salî kiribû. Dozger di danişîna doza ku Çûhadar jê girtî tê darizandin de mutalaaya xwe aşkera kir.    Faîl Çûhadar, li ser gilîkirina zarokan piştî îfadekirina dozgeriyê, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar ve di 11’ê hezîrana 2021’an de hate girtin. Di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de derbarê faîl Çûhadar de ji sûcên “Bi bikaranîna peywîra xwe ya cemaweriyê dest dirêjî li zarokan kiriye” , “Kesekî ji azadiya wî bê par hiştin” , “Tacîza zayendî” û “Gefê” bi daxwaza 50 salan doz hate vekirin. Di danişîna doza ku li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin de, her du zarokan jî îfadeyên xwe yên beriya niha dabûn dûbarekirin û gilîyê faîl kirin.    DOZGER MUTAALAYA ‘RIZA HEYE’ DA    Faîlê di danişînê de hewl da xwe derxîne paqijiyê daxwaza berdan û beraetê kir. Dozger di mutaalaya xwe de îdîa kir ku tu delîl nînin ku faîl “Bi darê zorê tecawiz kiriye” û xwest ku sûcdar ji sûcê “têkiliya zayendî ya bi zarokan re” heta 5 salan bê cezakirin û daxwaza berdana wî kir.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzerên zarokan a demê qebûl kir û biryara berdewama girtina faîl da. Dadgehê danişîn taloqî dîrokeke pêş kir.