Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin 2022-05-30 14:13:57 ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel, di Doza Kobanê de bertek nîşanî sînordarkirina mafê parastina siyasetmedaran da û ev tişt got: "Li gorî rûmeta cubbeyên xwe tevbigerin. Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn bigerin."   Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê hatin kirin lê siyasetmedarên ku li girtîgehên derveyî Enqerê dimînin bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hewldana 78'an, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyik, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz, Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sanem Denîz Kûral, endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Xebatkarên Ofîsê (BES),  Alîkarên Serokê Giştî yên Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û Rustem Karaman, endamên Konseya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) û Partiya Şoreşger, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Partiyê (PM), rêxistinên Konya û Enqereyê yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê tevlî danişînê bûn.    Ji ber ku di danişîna beriya niha de bi biryara navberê biryar hatibû dayîn ku dema parastinê dakeve rojekê, wê di vê danişînê de her siyasetmedar tenê rojekê parastina xwe bike.    Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatibûn zêde kirin xwend.    Destpêkê siyasetmedara Ayhan Bîlgen ku berdayî tê darizandin parastin kir.    Piştî Bîlgen Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastinên xwe kirin.    'LI GORÎ RÛMETA CUBBEYÊ XWE TEVBIGERIN'   Sebahat Tûncel, derbarî sînordarkirina parastina siyasetmedaran ev tişt got: "Hûn bêhiqûqiyê dikin. Hûn gef li me dixwîn? Serokê Dadgehê Bahtiyar Çolak ê beriya we çete derket. Me ew red kir. Me vê ji we re jî got. Ev doz doza veşartina rastiyan a li Tirkiyeyê ye. Bi hinceta twîteke HDP'ê hûn berpirsyariyê tev li me bar dikin. Ma em welat bi rê ve dibin. Em muxalefet in. Pergala darazê ya îro bûye milekî desthilatê. Hûn dibêjin, 'parastinê rojekê bikin'. Ez bixwazim ez ê saetek bikim, bixwazim hefteyekê bikim. Hûn timik mudaxaleyî naveroka parastinê dikin. Ez ji we bawer nakim. Li gorî rûmeta cubbeyê xwe tevbigerin. Destûra xwe ya Bingehîn bin  pê nekin."   ATA: JIN DÎROKA XWE DINIVISÎNIN   Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî pirsa ku çima tê darizandin ji heyeta dadgehê kir û ev tişt got: "Min twîta navenda me ya giştî parve kiriye, xebatên jinan meşandiye û ji bo azadiya birêz Ocalan xebitîm. Ji ber ku em ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk dixwazin hûn me didarizînin. Heke hûn ê min ji ber têkoşîna min a azadiya jinê bidarizînin dema ku ez dîroka têkoşîna azadiyê jinê vebêjim divê hûn mudaxaleyî min nekin. Kesên ku 6-8'ê Cotmehê plan kirin niha li derve ji xwe re digerin. Lê wê rojekê bên darizandin."   Danişîn bi parastina siyasetmedaran didome.