Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan 2022-05-30 12:59:55   ENQERE - Xwendekarên zanîngehê ji ber binçavkirinên dawî yên li Enqereyê daxuyanî dan û bertek nîşanî binçavkirinan dan. Xwendekaran da zanîn ku mafê perwerdeyê yê xwendekaran tê xespkirin.    Polîsan duh bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) de girtin ku li Enqereyê beşdarî Meşa Şoreşê bûbûn. Têkildarî mijarê xwendekarên ODTU’yê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çankayayê Seher Gulçîn Polat û endamên HDP’ê, nûnerên Ciwanan ên Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Kolektîfa Xwendekarên Zanîngehê, nûnerên Kovara Karalayê û gelek xwendekar amade bûn. Li eywana daxuyaniyê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Zext û binçavkirin nikarin ciwanan têk bibin” hatibûn daliqandin.    Li ser navê xwendekarên ODTU’yê Tugrulka Koseoglu axivî û bi bîr xist ku Meşa Şoreşê ji sala 1993’yan heta niha berdewam e. Koseoglu bi domdarî wiha got: “Di avakirina çanda şoreşgerî ya ODTU’yê de (yek ji mînakên şênber Denîz Gezmîş e) keda gelek xwendekar û şoreşgerên ne ji ODTU’yê pir heye. Lewma ev meş ne tenê ya ODTU’yiyan lê meşa hemû kesên xwedî li nirx û têkoşîna şoreşê derdikevin e. Kesek hatine binçavkirin tevek jî xwendekar in û navnîşana wan diyar e. Di vê pêvajoyê de ev hevalên me dê nekarin tev li dersan bibin û bikevin ezmûnan. Anku dixwazin xwendekarên apolîtîk mezûn bikin.”   HEWLDAN BELAVKIRINA TIRSÊ    Li ser navê Komîsyona Ciwanan a ÎHD’a Enqereyê jî Çagla Çakir axivî û da zanîn ku desthilatdariya siyasî hewl dide zextê li ser derdorên muxalîf bike. Çakir, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin hewayê tirsê li ser civakê berbelav bikin û me krîmînalîze bikin. Mafê parastinê tê xespkirin. Dema ev hevalên me hatin berdan dê ji wargehê bên avêtin. Mafê wan ê perwerdeyê tê binpêkirin. Berzkirina dirûşman û pankartên bi zimanê dayikê sûc nîne.”