Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir 2022-05-30 09:02:30 AMED - Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran, bang kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan herkes destê xwe bixe bin kevir û ji bo bi dawîkirina tecrîdê tekeve nav liv û tevgerê. Rêberê PKK Abdûllah Ocalan ji 15 Sibate 1999’an ve 23 sal in li girtîgeha Îmraliye di bin tecrîdê de ye. Ji vê dîrokê ve her çiqas hin deman hatibe sistkirin û li Îmraliye hevdîtin çebûbûn jî tecrîda li ser Ocalan bênavber berdewam dike. Tevî hemû serlêdan û hewldanan jî bi avayekî bêhiqûqî destûra hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re nayê dayîn. Rexmî vê rewşê jî desthilata AKP'ê tecrîda li Îmraliyê bi awayekî fermî qebûl nake û daxwazên aliyên sêyemîn ên ji bo çareseriyê red dike. Ev rewş li Tirkiyeyê bûye sedema krîza aborî û siyasî û civaka Tirkiyeyê rojên zor û zehmet derbas dike.    Hevserokê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED-TÛHAD-FED) Zekî Baran, derbarê tecrîda li ser Ocalan de axivî.    BANDORA TECRÎDÊ   Zekî Baran, tecrîda li ser Ocalan weke pêkanîneke dijî mirovahiyê nirxand û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan bandor li hemû qadên civake dike. Îro tecrîd ne tenê li ser gelê kurd li ser gele tirk û hemû kesî bandor dike. Îro di milê aborî, civakî û siyasî de qeyranêk heye. Ev qeyran jî girêdayî tecrîdê ye. Tecrîd bandor li desthilatê jî dike. Êdî pergal hatiye asta tûnebûne. Dîsa çiqas tecrîda li ser birêz Ocalan kûr dibe bandor li zindanan dike. Îro di milê diplomasiyê de jî meriv binerê, Tirkiye naxwazê Finlandiya tekeve NATO'yê. Mijar dîsa kurdên û girêdayî tecrîda li ser birêz Ocalan e. Ocalan bi sekn, bawerî û ruhê xwe tecrîdê vala derdixe."   'TECRÎD NE TENÊ PIRSGIRÊKA AKP-MHP'Ê YE'    Baran, destnîşan kir ku sedema tecrîdê ji tirsa ramanên birêz Ocalan e û ev tişt anîn ziman: "Fikr û Ramanên birêz Ocalan li bi goşt û hestî bûne. Tecrîd ne tenê pirsgirêka AKP û MHP'ê ye di heman demê de pirsgirêka NATO û Ewropayê ye. Ev tirsa tenê ne ya Tirkiyeyê ye. Tirsa pergalê ye. Dema gel felsefe û paradigmaya Ocalan fêhm bike û li gorî wê bijî wê tecrîd jî vala derkeve. Hewceye mirov li kudere winde kiribe li wir bigere. Li her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn herkesê xwedî nirxên mirovahiyê ku dixwaze jiyana xwe bidomîne divê ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan têkeve nav liv û tevgerê."   'DÎROK HEM DIZAN HEM JÎ LEHENGAN AVA DIKE'   Di berdewama axaftina xwe de Baran, derbarê şerê ku girêdayî tecrîdê li dijî kurdan tê meşandin de jî ev şîrove kir: "Desthilat di milê aboriyê de hewceye ku derfeten heyî ji bo gel ava bike. Li şûna vê serî li şer dide. 40 sal in li dijî gelê kurd şer tê meşandin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê cihekî ku nehatiye bombebarankirin tûneye. Dîrok çawa diz û îxanetkarê xwe ava dike, leheng û pêşengên xwe jî ava dike. Îro diz AKP ye, îxanetkar jî ew kesen ku dibejin, 'em kurd in û li dijî kurdan şer dikin û hevkariyê dikinin. Ew jî PDK'î ne'. Îro zarokên gelê kurd berxwedanek bêhempa li dijî vî şerê tûnekirinê dimeşînin."   'DMME BIPOLÎTIK NEZ DIBE’   Baran, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku qanûnên xwe pêk nayne û wiha axivî: "DMME'yê her çiqas weke dadgehek bêalî bê pênasekirin jî di rastiyê de polîtîk nêz dibe. DMME û piraniya dewletên ewropayî jî bi avayekî polîtîk nêz dibin. Ew rastiya qapîtalizmê ye. Xwe li ser tunekirina mafê mirovan ava dike. Lê divê li dijî vê sekn û tekoşînek hebe. Di vir de barekî giran dikeve ser milê dîasporaya kurd. Di heman demê de gelê kurd û dostên kurdan divê li hemû qadên cihanê di nav liv û tevgerê de bin. Hewceye ji bo şikandina tecrîdê ji xeberdanê zedetir gav bên avetin. Ez bawerim wê demê wê DMME jî neçar bimîne ku qanûnên xwe bi cih bîne."   ‘DIVÊ EM HEMÛ DESTE XWE BIXIN BIN KEVIR’   Di dawiya axaftina xwe de Baran, destnîşan kir ku Ocalan rastiya gelê kurd e û ev bang li gel kir: "Divê ew tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşadin em li ser xwe hîs bikin. Dema me li ser xwe hîs kir wê demê em ê bizanin ku çi bertek jî nişan bidin. Xelasî tekoşîna ku bingeha xwe ji heqîqetê digireye. Ev tekoşîn siya fikr û ramanên birêz Ocalan e. Ji ber wê banga min li gel e; em kuderê dibin bila bibin tiştekî ku ji destê herkesi tê heye. Wexta ku em bi hev re li gorî rastiya xwe, di asta bîr û baweriya xwe de destê xwe bixin bin kevir, bawerim ew ê heqîqet jî biherike."