Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn 2022-05-29 14:46:18   MÛŞ - Ji ber baregeh û qereqolên ku dê bên çêkirin, di nava herêma daristanê ya li Şênê dar têne birîn.   Herêma Şênê ku girêdayî Amedê bû, piştî biryarnameya Serokkomarê AKP'î Erdogan ji par ve êdî ber Mûşê ket. Piştî vê biryarê, ev herêm ji koçerên Amedê re hate qedexekirin. Li herêmê ji ber înşeatên baregeh û qereqolan dar tên birîn.    Darên ku ji qadekî mezin tên birîn bi matoran li nêzî Çemê Hişk tên berhevkirin. Hat zanîn ku darên tên birîn dê bi kamyonên bi birandakirî ji herêmên din re bên veguhestin.