Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin 2022-05-29 14:05:26   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan ên nava sê rojên dawî de 22 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 3 helîkopter jî hatine derbkirin.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kiribû. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Têkildarî pevçûnên dawî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.    HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên wan li qadên Girê FM û Girê Cûdî yên herêma Zapê dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş kirine. HPG’ê destnîşan kir ku di encama çalakiyên hêzên wan ên dawî de yek jê payebilind bi giştî 22 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin, 2 leşker birîndar bûne û hêzên wan derb li helîkoptereke bi cureya Skorsky û 2 helîkopterên êrişê xistine. HPG’ê da zanîn ku fermandara hêzên YJA Starê Nalîn Firat (Maşallah Kaynak) jî di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest da ye.