Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze 2022-05-29 10:05:17   AMED -  Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê dan û ji bo Barzaniyan pênaseya “qewmê kewê” kirin. Welatiyan diyar kir ku divê gelê kurd li dijî êrişên heyî xwedî li xaka xwe derkeve û gotin: “Heke em xaka xwe neparêzin, dê kesek bo me vê xakê neparêze.”    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Hêzên Gulan, Zêrewan û çeteyên Roj jî di nava van êrişan de bi awayekî raste rast cih digirin. Lê belê li gel hemû êrişan jî Tirkiyeyê heta niha encamek bi dest nexistiye. Êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê di raya giştî ya kurd de rê li ber nerazîbûnan vedike. Welatiyên Amedê têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşan dan.    Ji welatiyan Recep ku nexwest paşnavê xwe bibêje da zanîn ku ew li başûrê Kurdistanê dixebite û wiha got: “Li Başûr bi ser navê kurdewariyê tiştek nema ye. Malbata Barzanî hemû nîmetên Kurdistanê ji bo malbata xwe pêşkeş dike. Gelek mal û milkê wan li Tirkiyeyê heye. Di dîroka malbata Barzanî de îxanet tu caran neqediya. Şebekeya îxanetê ne. Ji bilî alaya Kurdistanê tiştek li Başûr nema ye. Hêzên kurd îro baş li ber xwe didin lewma rastî êrişan tên. Li ser vê xakê gelek mirovên welatparêz hene ku dilê wan bo vê xakê diêşe. Dê vê xakê zû bi zû dest ji xayînan ve bernedin. Barzanî mûçeyên karmendên xwe nade lê pere tîne Tirkiyeyê. Bi navê kurdayetiyê gelê Başûr dixapînin.”    ‘DEWLETA TIRK GUND Û BAJARÊN ME DAGIR DIKE   Welatiyê bi navê Beşîr Mistefa ku ji Zaxoyê ye jî anî ziman ku Tirkiye li herêma wan weke dagirkeran tevdigere û wiha pê de çû: “Tu ferq û cudahiya me Bakur û başûriyan ji hev nîne. Divê em destên xwe bidin hev û bibin dewlet. Devleta tirk li ser milkê me ye, gund û bajarên me topbaran dike, me birîndar dike û dikuje. Bi sedan gund ji ber êrişên wê bûne çol û wêran bûne. Gundên me hatine dagirkirin û bi helîkopteran lê didin.”   ‘HETA KU JIYAN HEBE DÊ KURD JÎ HER HEBIN’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehmet Salih Kaya jî destnîşan kir ku Barzanî kurd e lê belê weke kurdan tevnagere. Kaya da zanîn ku Kurdistan bi xema Barzanî nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzikatiya wî zirarê dide kurdan. Amediyan ji Barzanî hez dikirin lê niha jê hez nakin. Ew alîkariya tirkan dike. Heke em nebin yek dê hemû destkeftiyên me tune bibin. Heke em welatê xwe neparêzin, kesek dê welatê me neparêz e. Heke tu xwedî lê dernekevî, dê sibe bêxwedî bimînî. Ji bo berjewendiyên xwe li Kurdistanê şer derdixînin. Lê çiqas êriş bikin jî kurd dê li ber xwe bidin. Heta ku jiyan hebe dê kurd jî her hebin.”    ‘TEVÎ EWQAS HEQARET Û ZILMÊ JÎ PÊ NIKARE’   Ji welatiyan Cemal Oklav bal kişand ser dîroka malbata Barzaniyan û wiha dom kir: “Her tim xiyanet kirine. Ji bo Kurdistanê tu tiştekî baş nekirine. Weke qewmê kewê ne. Ne ji bo kurdan lê ji bo tirkan dixebitin. Ev 30 sal in li dijî kurdan şerekî qirêjî tê kirin. Berxwedan bi destê me ye û divê gel xwedî lê derkeve. Gelê me gelekî fedakar e û divê îro xwedî li keda xwe derkevin. Desthilatdarî hewl dide kurdan tune bike lê ev nepêkan e. Ya ku nekarîn 30-40 salan de bikin dê niha jî nekarin bikin. Tevî ewqas zilm û heqaretê jî pê nikarin.”   ‘BILA ALÎKARIYA DIJMIN NEKE’   Yek ji Amediyan Hîkmet Kiliç jî bertek nîşanî hevkariya malbata Barzaniyan da û wiha pê de çû: “Em ê ji vir û şûnde jê re bibêjin ‘xayîn.’ Em dibêjin alîkariyê bi dewleta tirk re neke û nebe xayîn. Dema DAIŞ’ê êrişî Kurdistanê kirî, PKK bi hewara pêşmergeyan çû. Lê çima ew alîkariyê didin dijmin? Em nabêjin alîkariyê bide me lê dijminatiya me jî neke. Ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî kurdên Bakur, Rojava û Başûr jî xiyanetê dikin. Heke me bi destê hev bigirta dê pêşî li êrişan bihata girtin.”    ‘DEWLETA TIRK Û BARZANÎ DEST DANE HEV’   Muhammet Topal jî şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê weke şerekî qirêjî pênase kir û wiha got: “Ji ber hevkariya Barzaniyan, veguheriye şerekî birakujiyê. Dewleta tirko û malbata Barzanî dest dane hev û êrişî me dikin. Ev yek ji bo pêşeroja kurdan xetereyeke mezin e. Di Helebçeyê de kurdên me hatin kuştin û ev ji bîra me naçe. Lê em ê hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re jî ji bîr nekin. Malbata Barzanî li gorî berjewendiyên xwe yên malbatî tevdigere. Lewma her tiştekî xwe difiroşin. Ji hêlekê Iraq, li hêlên din jî Îran û Tirkiye êrişî me dikin. Dixwazin me tune bikin û nahêlin welatekî me hebe. Ew jî dizanin ku heke kurd bibin yek dê tiştek ji wan re nemîne û siyaseta wan xelas bibe.”    Jina bi navê Aynur Tuncer jî anî ziman ku ew li dijî şer û birakûjiyê ne û xwest ku kurd li hemberî dijminê xwe, pişta hev bigirin.