Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin! 2022-05-29 09:24:58   MÊRDÎN - Ji bo daweta Midûrê Emniyetê yê Mêrdînê Mahmût Karabulut, li bajêr OHAL hat ragihandin.    Ji bo daweta Midûrê Emniyetê yê Mêrdînê Mahmût Karabulut (57), ger gotin di cih de li bajêr Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. Dawet, li avahiya PTT’ê ya dîrokî ya girêdayî Zanîngeha Artukluyê ku li ser Cehdeya 1’emîne hate kirin. Ev avahî, ji bo çalakî û pîrozbahiyan nayê bikaranîn lê belê daweta Karabulut li vir hate kirin. Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy, Waliyê Mêrdînê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mahmût Demîrtaş û gelek payebilindên emniyet û leşkeriyê jî tev li dawetê bûn. Hema hema li ser hemû avahiyên li cehdeya navborî û wê rêgehê, polîsên tîmên taybet hatin bicihkirin.    BI LÊDANA KORNAYÊ BERTEK NÎŞANDAN   Her wiha li ser cehdeyê gelek polîs û wesayîtên bizirx jî hatibûn bicihkirin. Du ambûlans jî li cihê dawetê amade bûn. Walîtiya Mêrdînê parkkirina wesayîtan a li ser vê cehdeyê qedexe kiribû lê belê heman cehde weke otoparka “Mêvanên taybet” hate bikaranîn. Ji ber bergiriyên zêde û bikaranîna cehdeyê weke otoparkê, trafîk ji hatin û çûnê re hate girtin. Welatiyên ku ji ber vê rewşê nedikariyan bi wesayîtên xwe pêş bikevin, bi lêdana kornayan bertek nîşan dan. Welatiyên li wesayîtên komelgehî siwarî jî neçar man ku bi meşê biçin malên xwe. Rewşa awarte heta nîvşevê berdewam kir.