Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe 2022-05-29 09:06:28   ŞIRNEX - Pêşmergeyê Gulan ê kevin Nazir Tahir Alma diyar kir ku Barzanî, bi van kirinan bedelên ku hatine dayin vala derdixe û got: “Ew keda ku me dayî hemû vala derket. Îro Başûr xiyanetê li gelê xwe dike û şerê birakujiyê daye destpêkirin.”   Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji hewayî û bêjahî êrîş dane destpêkirin. Ji êrîşên ku bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê hatine destpêkirin heta niha encamek nehatiye bi dest xistin. Tirkiye Herêma Kurdistanê bi SÎHA'yan bombebaran dike. Herî dawî di 26’ê Gulanê de li gundê Zewê yê bajarokê Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê di encama bombebarana Tirkiyeyê de 2 jê zarok 3 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha beriya wê jî HPG’ê bi daxuyaniyekî aşkere kiribû ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ji her qadên civakî bertek zêde dibin. Dema ku di salên 1988'ande Saddam Huseyîn li dijî herêmê qirkirina kurdan da destpêkirin, ji herêmê gelek kes ji bo ku xwe rizgar bikin derbasî herêmê bûn. Ji Şirnex û Colemêrgê gelek kes ji bo ku alîkariya gelê herêmê bikin berê xwe dan Herêma Kurdistana Federe û tevlî Pêşmergeyên Gulan bûn. Yek ji van jî ji gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê Nazir Tahir Alma (62) bû. Alma yê ku di parastina axa Herêma Kurdistana Federe de cihê xwe girtibû, bang li PDK'ê kir ku keda ku wan dayî vala dernexinin.    'JI BO PARASTINA AXA XWE ME KIR'    Alma, bi lêv kir ku qasî ku ji destê wan hatî wan ji bo parastina gelê Başûr tekoşiyan û wiha axivî: “Di sala 1975’an de welatiyên Iraqê ji ber zilma Saddam reviyan hatin vê derê. Me weke gelê herêmê ew pêşwazî kirin. Her yekê ji me gotin ku 'Em malbatekê ji vê belayê rizgar bikin' Ne min tenê herkesî weke min digot 'Ev xîzmete li ser milê min e' Em ji 75'ê heta 85'ê me ji bo xwe kar nekir û em bi wan malbatan re eleqeder bûn û 76 malbat me li gundê xwe bi cih kirin. Her gundekî weke me ev xizmet kir. Me ew malbat bi cih kirin û piştre jî me çek avêt milê xwe û me dest bi şerê çekdarî kir. Heta salekî me ew xîzmet kir. Me gelek zehmetî dit. Me lê mêze kir kurd pêş ve çûn. Wan hizir kir ku kurd xelas bûn. Çawa ku rewş wisa awarte bû kê çi pê çêdibû çekên xwe hildan û çûn. Ji Çelê bigire heta vir herkes kom bi kom diçûn. Herkes seferber dibû. Herkes tenê dixwest ku şoreşa gulanê careke din geş bibe. Bi wê xîzmetê me dewam kir. Heta ku salên 80'an em li çiyayan bûn. Em mehê carekê dihatin bêhna xwe vedikir û piştre em dîsa diçûn. Kes nema ku xîzmet nekirî. Herkesî bi hevre dest da vê xizmetê. Ji bo ku gelê kurd di bin zilma Saddam derbixînin herkes seferber bû. Ji ber wê me got 'Çi xîzmet bikeve li ser milê me em amade ne'. Tenê daxwazîya me ew bû ku gelê kurd di bin zilmê de derbixînin. Gelek ji wan penaber bûn û çûn kampan. Di wan kampan de dor li wan girêdan û gotin, 'Heger hûn birakujiyê nekin em di kampan de heq nadin we' Gelek ji wan jî çûn Sûriyeyê. Me ji bo şerefa kurda û kes xiyanetê li gelê kurd neke çi bar ket ser pişta me, me kir.”   'XIYANETÊ LI GELÊ XWE DIKE'   Alma, bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha beredewam kir: “Ev yek zirarê dide deskeftiyên kurdan. Ew keda ku me dayî hemû vala derket. Îro Başûr xiyanetê li gelê xwe dike û şerê birakujiyê daye destpêkirin. Ma ne heyf û mixabin e. Dest daye birakujiyê û birayê xwe dikuje. Rojekî tu tengaviyê de bûyî û me li xwe li we kir xwedî, me hûn parastin. Lê îro hûn destê xwe didin çeka xwe û dibêjin ‘Ez ê vî kurdî bikujim ev ne bira ye, heger ev ne PDK'yî be ev xayîn e’ ferqa tu kurdan nine. Ne mixabine ku mirov şerê birakujiyê bike? Emrê min 15 salî bû dema ku min ev xîzmet dikir. Niha emrê min 62 saliye. Hê niha jî dilê min dûv wê xizmetê re ye. Ji bo ku me ji gelê xwe re ew xizmet kir, em ne poşman in. Wê sibê dîsa bikevin tengasiyê û dê wê demê jî muhtacî gelê xwe bin. Kes nikare wan biparêze, encax gelê wan dikare wan biparêze.”   ‘AXA KURDISTANÊ NE AXA BARZANÎ YE’   Alma, bertek nîşanî firotina axa Kurdistanê kir û dirêjî da axaftina xwe: “Bila Barzanî piştgiriyê nede dewleta tirk. Barzanî çi minnet bi dewleta tirkan heye? Dewleta tirk ku ve diçe serbest e. Dibêje 'kurd in terorîst in' Lê mixabin ew dewleta tirk digerînin. Axa Kurdistanê ne axa Barzanî ye. Îro dibe ku rêveberek Kurdistanê be, lê ferqa kurdekî û wî tune ye. Ferqa me û wî nîne. Ferqa axa Kurdistanê nîne. Ne mixabin ku ferq û cudahiya axa Kurdistanê dikin. Ev ferq û cudahî şaşitiyeke mezin e. Divê ferq û cudahiyê nexin navbera kurdan. Em vê difikirin, çima ew nafikire?”   BANGA YÊKITIYÊ   Alma, anî ziman ku Barzanî pişta xwe dide gel, xeletiyê dike û ev bang kir: “Bangawaziya me tifaqî ye, biratî ye. Destê xwe bidin yek û bibêjin 'Em gelek in û em dibin zilmê de ne'. Ne mixabine ku em xwe ji hev cuda dikin. Ferq û cudahî nîne. Li vir çi zilm li min hatibe kirin, li wî jî hatiye kirin, li yê Suriyeyê jî, Îranê jî hatiye kirin. Em dibêjin, ji min re çi yê Suriyêye, Îranê û Iraqê çi dikêşe. Ew zilma wî dikin wê li min jî bike. Herkes dibêje 'Ez' Em birayê yek in û em dev ji vê xiyanetê berdin. Heger ez nikarim tiştekî bikim, divê ez xiyanetê li birayê xwe nekim. Tişta ku ji min tê divê ez biratiyê bikim, ne dijminatiyê. Xwedê ew îro bikevin tengaviyê em amade ne ku bikin. Lê mixabin ew wisa nakin. Nabêjin ku wê rojek bê em ê dîsa bikevin tengaviyê de û ev wê dîsa hawara me bên. Bi sedan pêşmergeyên ku ji vir çûn ji bo parastinê şehîd ketin û canê xwe dan.Ileh em li xwe xwedî derbikevin. Ewropa yan jî dewleteke din wê xwedî li me dernekeve.”