Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye 2022-05-29 09:04:33   ÎZMÎR - Sûltan Yagmekan a ji bo kurê xwe yê nexweş ê giran Firat Yagmekan di Nobeta Edaletê de ye, bi lêv kir ku divê girtî demildest bên berdan.    Malbatên girtiyan ên bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên girtîgehan ên diqewimin li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê Nobeta Edaletê dane destpêkirin, çalakiyên xwe didomînin. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di 12’ê Sibata 2022’yan li Îzmîrê daye destpêkirin bi daxuyaniyên li pêş Baroya Îzmîrê, Edliyeya Îzmîrê û Girtîgeha Kiriklarê tên dayîn didome.    Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a nêzî 4 meh in di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de cih digire, ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran Firat Yagmekan (46) ê nêzî 15 sal in li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin ji bo kurê xwe edaletê dixwaze. Yagmekan ê di sala 2007’an de hate girtin di encama darizandinê di sala 2012’an de ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve cezayê muebbetê lê hate birîn.    NEXWEŞIYÊN GIRTΠ   Firat Yagmekan, di girtîgehê de 3 caran ji fitika rûv, anjiyo û ji difinê emeliyat bûye. Yagmekan ê 12 sal in ji ber nexweşiyên enfeksiyonal û Hepatît B’yê dermanan bikartîne, nexweşiyên tansiyona bilind, astim, bêhn tengî, mîgren, hemoroit, çavan, fitika pişt û stû, werimîn, reflu, gastrit û prostatê pê re hene. Yagmekdan diviya bû beriya pandemiyê ji fistul û hemoroîtê 2 emeliyatan derbas bike lê ji ber pirsgirêkên di pandemiyê de qewimîn emeliyat nehatin kirin.    ‘JI BO HERKESÎ EDALET’   Sûltan Yagmekan (66) bi lêv kir ku têkoşîna malbata Şenyaşar bandor li belavbûna Nobetên Edaletê kir û anî ziman ku ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû girtiyên nayên dermankirin û rastî binpêkirinên mafan tên di Nobeta Edaletê de ye. Yagmekan, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û di şertên guncav de werin dermankirin û wiha got: “Bila girtiyên nexweş berdin, malbatên wan dê li wan binêrin. Aysel Tûglûk jî nexweş e û nikare li xwe binêre. Ev bêedaletî wê heta kengî bidome. Li cem dewletê ne edalet ne wijdan ne jî hiqûq nemaye. Em ê tevî her tiştî jî gotina xwe ya edaletê bidomînin.”   DI ENCAMA KOMPLOYÊ DE HATE GIRTIN   Yagmekan, ragihand ku beriya ku kurê wê were girtin pêlav boyax dikirin û wisa debara xwe dikir û wiha berdewam kir: “Di nîva şevê bi ser mala kurê min de girtin. Wê şevê kurê min li mala xesûya xwe bû. Lê pişt re bi ser mala xesûya wî de girtin û ji wir anîn mala wî. Polîsan li vir gotin ‘me di mala wî de bombe dît’ bi komployekê binçavkirin. Lê haya kurê min ji tiştekî nebû. 2 rojan di bin çavan de ma. Dadger jî dozger jî dizanî ku kurê min tiştek nekiriye. Ji ber ku dîmen hebûn. Bejna kurê min ye kurt e lê bejna kesê ku ew teqîn pêkanî dirêj bû. Bi giliyê malbata kesê jiyana xwe ji dest dayî kurê min weke qûrban hate hilbijartin. Tu sûcê kurê min nebû lê cezayê hefsê yê muebbedê danê.”   DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞ BÛ   Yagmekan, da zanîn ku beriya ku kurê wê bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûn lê di girtîgehê de gelek nexweşî lê derketin û anî ziman ku divê kurê wî emeliyat bibe lê demekî dirêj e nayê emeliyatkirin. Yagmekan, diyar kir ku dema kurê wê birin nexweşxaneyê tedawiya bi kelemçe lê ferzkirine û wiha pê de çû: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê tenê fîlman dikişînin. Piştî demek derbas bû nû ji bo tahlîlan careke din dibin. Pêvajoyên tedawiyan gelek dirêj dom dikin. Di girtîyan de êdî ji bîr kirin dest pê dike. Dermanên xwe yên ku her roj bikarbînin ji bîr dikin. Girtiyan dixin hucreyên yek kesî de. Girtiyên nexweş tena serê xwe çawa bikarin li xwe binêrin? Dewlet ji bo girtiyan dibêje ‘bila li vir bimirin’. Berpirsyarê her tiştê di girtîgehan de diqewime dewlet e.”   ‘BILA ZAROKÊN ME AZAD BIBIN’   Yagmekan, destnîşan kir ku zarokên wan her tim bi mirinê re rûbirû ne, di pêvajoya dawî de gelek girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em diçin Baroya Îzmîrê, li pêş girtîgehê, edliyeyê, avahiyên partiyên siyasî û komeleyên mafên mirovan Nobeta Edaletê digirin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê bila zarokên me demildest bên berdan.”   MA / Delal Akyuz