ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-29 09:00:14   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku ew bi armanca “azadbûnê” xwe ji serdema nû re amade dikin û wiha got: “Jin wê dawiya vê desthilatdariyê bînin û wê jin ya nû jî ava bikin.”   * Sûltan Yagmekan a ji bo kurê xwe yê nexweş ê giran Firat Yagmekan di Nobeta Edaletê de ye, bi lêv kir ku divê girtî demildest bên berdan.    * Pêşmergeyê Gulan ê kevin Nazir Tahir Alma diyar kir ku Barzanî, bi van kirinan bedelên ku hatine dayin vala derdixe û got: “Ew keda ku me dayî hemû vala derket. Îro Başûr xiyanetê li gelê xwe dike û şerê birakujiyê daye destpêkirin.”   * Dayika girtî Fînce Akman ku di Nobeta Edaletê de di encama tundiya polîsan ji ser hişê xwe çû, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên jinan ên ew tenê hiştin rexne kirin û got: “Em yek kes jî bin em ê li wê qadê bin.”   * Ekolojîst Guner Yanliç diyar kir ku bi hilweşandina xwezayê ya bi hinceta “ewlehiyê” xistin dewrê bêdaristan û bêmirov hiştinê armanc dikin û xwest ku dest ji vê polîtîkayê berdin.   * AYM’ê biryar da ku doza Nîhat Kazanhan ku li Cizîrê hatibû qetilkirin ji nû ve bê dîtin. Malbata Kazanhan piştî biryarê xwest ku kiryar bên cezakirin. Parêzerê dozê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî da zanîn ku dosyaya Kazanhan dê ji bo dosyayên din jî bibe mînak.    * Parêzer Faruk Çayir da zanîn ku pêşniyarqanûna ku desthilatdariyê ji bo medyaya civakî pêşkeşî Meclisê kiriye li dijî Qanûna Bingehîn e û wiha got: “Em dikevin pêvajoya hilbijartinê û wisa xuyaye ku dibêjin; ‘ji bo serkeftinê her tiştek rewa ye.’”    * Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji pêdiviyên jiyanî yên weke ceyran, av, serşûştin, lavabo û hwd. bêpar tên hiştin, anîn ziman ku li bajarên wan kar nîne lewma jî neçar dimînin ku van şertên “rezîl” ragirin.    * Muzîkjen Îlyas Arzu got ku divê hunermend li dijî qedexeyên dewletê yên ser hunerê, di rengê gelan de israr bikin û wiha got: “Divê stranên me ji bo gel bibin hêvî.”    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 447’an de berdewam dike. (10.00)    *Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê dê Mitînga Spî li Anitpark a Enqereyê li dar bixin. (12.00)   * Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir dê li Dêrsimê bi endamên partiyê re bicivin. (12.00)   * Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Berpirsyar Umît Dede dê li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî Doza Kobanê daxuyanî bide. (13.00)   * Nivîskar Herdem Mervanî dê li Pirtûkxaneya Payîzê ya li Taxa Ofîs a Amedê pirtûka xwe ya “Reqsa Perperîkan” îmze bike û piştre jî gotûbêjê bike. (15.00)   * Komîsyona Jinan a Şaxên Genel-Îş a Îzmîrên têkildarî qirkirinên jinan dê li Taxa Çinartepeyê meşekî li dar bixe. (16.00)