‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’ 2022-05-28 17:57:48   ENQERE - Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê di meha 125’emîn a Komkujiya Roboskê de wiha got: “Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî.”   Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di meha 125’yemîn a Komkujiya Roboskê de li pêş Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de “Bila kujer bên dîtin, careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin. Yek ji damezrînerên Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanjû Gunduzalp ê metna daxuyaniyê xwend wiha got: “Sînorê rêya diçe aştiyê, ji bo Roboskê edalet e.”   ‘LÊGERÎNA EDALETÊ DIDOME’   Gunduzalp, diyar kir ku ji bo malbatên Roboskê lêgerîna wan a edaletê didome û wiha got: “Edalet nîne ji xwe hiqûq winda bû çû. Komîsyona li Meclîsê hate avakirin bê encam ma, hemû endamên darazê, bêceza hiştina kûjeran tercîh kirin.”   ‘DARAZ PIŞTEVANA SERWERAN E’   Gunduzalp, bi lêv kir ku hewl tê dayîn bi destê rêvebirin, daraza eskerî û sivîl û hiqûqa navneteweyî ser Komkujiya Roboskê were girtin û wiha berdewam kir: “Her çend tê zanîn kê komkujî kiriye û çawa hatiye kirin jî, hiqûq nayê xebitandin.”   ‘HETA KU HEVRÛBÛN NEBE DEMOKRASÎ JÎ NABE’   Gunduzalp diyar kir ku rêya xelaskirina bêcezatî û bêedaletiya piştî komkujiyan tê têkoşîna bi hev re ye û got: “Heta ku hevrûbûn nebe demokrasî jî nabe. Li Roboskê sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Kesên berpirsyar wê teqez werin derxistin. Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî. Kesên hevrûbûnê dixwazin ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Heta ku bi paşerojê re hevrû nebin wê pêşeroj jî neyê avakirin, wê pergaleke biedalet neyê avakirin.”