Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan 2022-05-28 17:05:58   STENBOL - ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ku ji bo nayê dermankirin birînên wî sax nabin û xwest Odûncû were berdan.    Çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê kişinin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tê lidarxistin, di hefteya 531’emîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate kirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş ê giran Zerdeşt Odûncû ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Mirov bi mafên xwe mirov e” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.    NEXWEŞİYA WÎ BI PÊŞ DIKEVE   Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ê di daxuyaniye de axivî, diyar kir ku ji ber şewatê birînên kûr di laşê Odûncû de vêbûne û ji ber baş nabin di kezeba wî de pirsgirêkên cidî derketine holê. Bekîn, da zanîn ku Odûncûyê hewcehiya wî bi lênêrînê heye tena serê xwe tê ragirtin.    PIŞTÎ 3 SALAN KARÎ KURÊ XWE BIBÎNE   Bekîn, bi lêv kir ku Odûncû tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên dijî jî beriya demekî kurt sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin û li vir di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bekîn, anî ziman ku dayika Odûncû ji ber bê derfetiyên madî encax piştî 3 salan karî di 5’ê Gulanê de li Antalyayê kurê xwe bibîne û gotinên dayika Odûncû wiha ragihandin: “Dema min kurê xwe dît ez matmayî mam, ji ber kurê min reş û şîn bibû. Cihê hewadariya hucreya ku kirine tê de bi têlan girtî ye. Li cihekî weke kafesê de dijî. Nexweşiya kurê min her ku diçe pêş dikeve. Ji xwe birîndar e. Birînên wî ji ber ritubetê dîsa av komkirine. Kurê min gelek zeîf bûye û reş bûye. Ji min re got di kafesê de tê girtin û pêkanînên wan keyfî ne. Xwarinên wan jî bi awayekî keyfî tên belavkirin. Got her roj dihele. Zerdeşt di şertên girtîgehê de nayê dermankirin. Ev jî gefeke li mafê wî yê jiyan û tenduristiyê.”