Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne 2022-05-28 16:08:27   STENBOL - Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan a serdana Aysel Tûglûkê kir, da zanîn ku nameyên wê hevalên wê dixwînin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kûrtûlan serdana girtiya nexweş a giran siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin kir. Kûrtûlan a piştî serdanê li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da wiha got: “Xwişkên Aysel Tûglûk, jinên bi rêzdar ên hevalên wê me îro serdana Ayselê kir. Ji we gelek nameyan digire. Hevalên wê yên qawişê dixwînin. Ji jinan re silav şandin.”