Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan 2022-05-28 16:00:15 COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi armanca bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin bêne dayîn, li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Li navçeya Gever a Colemêrgê bi armanca bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê bêne dayîn li Taxên Orman, Kişla, Dize û Cûmhûriyetê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. Li ser bi dehan dîwarên li taxan nivîsên “Bijî Zap” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK û DGH” hatin nivîsîn.