Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin 2022-05-28 14:49:32   STENBOL - Parêzerê Nelson Mandela, Siraj Desai di konferansa tecrîdê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Divê ku bazarî li ser hevdîtina malbatê û parêzeran neyê kirin.”    Parêzerê Lîderê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Siraj Desai di Konferansa “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê” ya li Stenbolê de axivî. Desai tecrûbeya Mandela û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê vegot. Desai destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ocalan re binpêkirina mafê mirovî ye û nayê qebûlkirin.    Desaî da zanîn ku wan salên dirêj têkoşîna hiqûqî û siyasî kirine û gelê Afrîkaya Başûr bedelên pir giran dane û Nelson Mandela pirsgirêka demokrasiyê ya li welatê wan çareser kiriye.    TÊKOŞÎNA WAN BI SALAN HATIYE ‘TERORÎZEKIRIN’    Desaî anî ziman ku wan ji bo demokrasiya li Afrîkaya Başûr kammanyayên cuda bi rê ve birine û wê serdemê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê ku ava kırıne ji aliyê hin kesan ve wek “terorîst” hatiye pênasekirin. Desai di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêvajoyên têkoşîna ku dane kir û ew di encamê de bi ser ketine. Desaî anî ziman ku Nelson Mandela jî lîderî wan efsanewî bûye.    ‘TECRÎDA LI SER OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Desai têkildarî rewşa Mandela ku cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û di girtîgehê de bû jî axivî û got: “Qedexekirina parêzer û malbatê ya li bi girtiyekî re binpêkirina mafê mirovî ye. Ev di hiqûqa gerdûnî û navnetewî de jî binpêkirin e. Di hiqûqê de qedexekirina hevdîtinê ya bi kesî re nîne. Tecrîdkirina mirovkî teqez nayê qebûlkirin. Divê ku bazarî li ser hevdîtina malbatê û parêzeran neyê kirin. Ev di warê hiqûqa mafê mirovî de binpêkirina maf e. Her wiha divê qada navnetewî li dijî tecrîdê rabe û nehêle ku mafê mirovan were binpêkirin. Hiqûqa navnetewî hem di pratîkê de hem jî bi axaftinê hiqûqa xwe binpê dike. Dewlet qanûn û hiqûqên xwe binpê dikin. Girtiyek ku piştî 20 salan neyê berdan diyar dibe ku dixwazin fikr û ramanê wî/wê tune bikin. Ji bo berdana Ocalan divê biryarek siyasî hebe. Divê ev biryar jî maqûl û bi aqilane be. Berdana Ocalan dê ji pêkanîna aştiyê û civakê bibe gavek.”