Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin 2022-05-28 12:58:49 WAN - Kekê Mehmet Zekî Çelebî ku di encama êrişeke çekdarî ya li bajarê Silemaniyê de hate qetilkirin, Fevzî Çelebî diyar kir ku piştî astengiyan 10 roj şunda cenazeyê birayê xwe li Wanê veşartin û bi lêv kir ku polîsan têkildarî cenaze her tim li wan digeriya û gef li wan dixwarin.  Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî yê di 17’ê Gulanê de di êrişeke çekdarî ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe de jiyana xwe ji dest da, piştî 10 rojan li bajarê xwe Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Kekê Çelebî, Fevzî Çelebî ku têkildarî pêvajoya anîna cenaze, êrişa polîsan û veşartina di bin dorpêça polîsan de axivî, bi lêv kir ku ji bo ku cenazeyê birayê xwe veşêrin 10 rojan hatine rawestandin. Çelebî, bertek nîşanî êrişa ser merasîma cenaze da û wiha got: “Ne di qanûn ne wijdan ne jî exlakê de cihê tişta hatiye kirin nîne.”   Çelebî, diyar kir ku ji bo cenaze bînin Wanê gelek zehmetî kişandin û wiha berdewam kir: “Ji bo cenaze bînin Wanê em çûn balyozxaneya Tirkiyeyê. Ji me re gotin ‘belgeyan amade bikin, em ê otopsiya wî bikin û bişînin.’ Dema me belge amadekirin û em dîsa çûn balyozxaneyê ji me re gotin belgeyên kêm hene û wê otopsi li Tirkiyeyê were kirin. Me ji wan re pirsa ‘heke hûn ê li Tirkiyeyê otopsiyê bikin çima hûn me evqasî liv ir disekinînin’ kir. 4 rojan em li wir sekinandin. Piştî ku em hatin Tirkiyeyê jî em bi heman mûameleyan re rûbirû man. Me cenaze anî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê  û ji me xwestin ku em hin kirariyan bikin. Me pişt re cenaze ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Berî ku agahiyekê bidin em mijûl kirin. Piştî 3 rojan otopsî kirin. Me karî encax piştî 10 rojan cenaze veşêrin.”   ‘POLÎSAN GEF LI ME XWARIN’   Çelebî, diyar kir ku dema cenaze anîn Wanê polîsan di rê de her tim li wan geriyan e, gef li wan xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîs, her tim li me digeriyan û ferman didan. Xwestin ku em cenaze rast e rast bibin goristanê. Min ji wan re got birayê min 13 sal in li sirgunê ye û dixwazim cara dawî bînin pêşiya mala me. Gotin vê yekê teqez qebûl nakin û divê hejmara kesên ku tev li merasîma cenaze bibe ji 10’an derbas nebe. Rewşeke wijdanî nîne. Di qanûnên welat de jî tiştekî wisa tune ye. Dewlet şûna ku kesê welatiyê wî qetilkiriye bibîne, destûr nedan ku em cenazeyê xwe jî bigirin. Tiştên hatine kirin ne di qanûnê, ne wijdanê ne jî di exlaqê de heye.”     ‘KESÊN KU TÊN ŞÎNÊ TÊN ASTENGKIRIN’   Çelebî ku bi lêv kir polîs di merasîma cenazeyi de provokasyon derxist, diyar kir ku birayê wî ji bo herkesî têkoşiyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mexdûrkirina mirovan a bi vî awayî bêwijdanî ye. Mirovên ku tev li merasîma cenaze bûne dikarin çi bikin? Da werin dûayekê bikin, sersaxiyekê bixwazin û biçin. Polîsan her tim dixwest gelê me provoke bikin û şer derxînin. Piştî veşartina cenaze mirovên ku ji bo sersaxiyê dixwazin bên mala me, dîsa ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Birayê min ji bo rûmet û azadiya xwe têkoşiya xwest ku herkes weke xwişk û bira û weke hev bijîn. Ji bo ku kujer bên aşkerakirin em ê têkoşînê bidomînin.”