Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin 2022-05-28 11:20:36 ŞIRNEX - Herêma Ganiya Mêwê ya li Çiyayê Cûdî ji aliyê leşkeran ve hat bombebarankirin.  Operasyona leşkerî yên ku di 30'ê Nîsanê de li Çiyayê Cûdî bi kuştina 8 leşkeran dest pê kiribû, dewam dike. Li Çiyayê Cûdî ku bi dehan roj e şer lê diqewime, hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve tevgera leşkerî heye.    Herêma Ganiya Mêwê ya li Çiyayê Cûdî 3 caran li pey hev ji aliyê leşkeran ve hat bombebarankirin. Dûmana ku bilind dibe ji navenda bajêr ve tê xuyakirin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku bombebaran ji aliyê 23’emin Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê ve tê kirin. Hat ragihandin ku li herêmê şer diqewime.    Li aliyê din qedexeya ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên Şirnexê ku li quntara çiya ne, ji ber operasyona li Çiyayê Cûdî ji 11’ê gulanê vir ve didome.