Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye 2022-05-28 10:46:52   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 446’emîn de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya malbatê ji 9’ê Adara 2021’an ve berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê Ferîd Şenyaşar û dayika xwe li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomînin. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi etîketa “me viya jî dît, (Bunu da gördük”) peyam parve kir û vê peyamê belav kir: “Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”