Sefera Zapê li Heftanînê asê ma 2022-05-28 09:06:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê di sala 2015'an de li hemberî Heftanînê dest bi operasyona leşkerî kir, lê 7 sal in nikare têkeve Heftanînê. Cerdevanekî diyar kir ku Tirkiye 7 sal in li Heftanînê gavekê jî pêş ve neçûye.    AKP ku dixwaze meseleya kurdî bi polîtîkaya şer "çareser" bike, gava ewil a "Plana Çokşikandinê" ya di civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) a 30'yê Cotmeha 2014'an de biryara wê da, di 5'ê Nîsana 2015'an de bi bidawîkirina hevdîtinên di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Heyeta Îmraliyê de avêt. AKP, sinyala vê yekê ewilî bi dorpêçkirina sînorê Herêma Kurdistana Federe da û bi taybetî li hemberî Heftanînê ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê ye gelek operasyonên eskerî li dar xistin.    7 SAL IN NEQEDIYAYE   Piştî 5'ê Nîsana 2015'an gav bi gav şer dest pê kir. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de balafirên şer Herêma Kurdistana Federe bombebaran kirin û bi vê re AKP cardin dest bi pêvajoya şer kir. 7 sal in herêma Heftanînê gelek caran bombebaran kiriye û gelek operasyon li dar xistine, lê piştî planên wê yên şer di derveyî sînor de asê man, di 23'yê Nîsana 2021'ê de li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê êrişeke dorfireh da destpêkirin. AKP'ê tam salekê bênavber ji hewayê û ji bejahiyê ve ev herêm bombebaran kirin û çekên kîmyewî şixulandin, lê dîsa jî bi ser neket. Herî dawî jî di 17'ê Nîsana 2022'yan de li Zap, Avaşîn û Metînayê êrişeke hîn dorfirehtir da destpêkirin.    Sefera Zapê ya AKP-PDK'ê di Heftanînê de asê ma û AKP-PDK, li vir gelek windahî dan. Cerdevanekî ji Qileban a Şirnexê ku daxilî nava van êrişan hatiye kirin behsa şerê li Heftanînê kir. Cerdevan anî ziman ku derûniya çawîşên pispor xera bûye û windahî pir zêde ne.    GAVEKÊ JÎ PÊŞ DE NEÇÛNE   Cerdevanê ku daxilî nava êrişan hatiye kirin diyar kir ku li hin binkeyên eskerî yên li derdora herêma Heftanînê erazî kontrol kirine, lê belê 7 sal in gavek jî pêş de neçûne. Cerdevan ragihand ku li herêmê êrişên hewayî gelek zêde ne û piştî her bombeberanê di navbera wan û HPG'iyan de şer qewimîne.    Cerdevan bilêv kir ku li herêmê tim şer heye û got: "PKK'yî êdî çekeke menzîldirêj û bêdeng bi kar tînin. Car heye gava tu di mewziyê de nobedê digirî, tu dinerî yê li kêleka te ji zû de miriye. Tew tu mirina hevalê xwe ferq nakî. Ev yek cerdevan û eskeran pir ditirsîne."    ESKER GERÎLLA TV'YÊ TEMAŞE DIKIN   Cerdevan destnîşan kir ku derûniya çawîşên pispor xera bûye û esker tim Gerîlla TV'yê temaşe dikin.    BINKEYÊN ESKERÎ YÊN SIXTE   Cerdevan da zanîn ku esker li herêmên wekî Heftanînê binkeyên eskerî yên sixte çêdikin û wiha got: "Panelên rojê li ser giran bi cih dikin. Û lempeyan datînin ber van panelên rojê. Bi şev van lempeyan vêdixin û her der ronî dibe. Wekî ku li vê herêmê binkeyeke eskerî hebe didin nîşandan."    TÎMA XENÇER Û BAYREQTARÊ   Cerdevan destnîşan kir ku esker cerdevanan didin pêş û tîmên Xençer û Bayreqtarê bi îmtiyaz in û bi helîkopteran tên deverên şer.    Her wiha cerdevan ragihand ku li hin deveran ji bo esker û cerdevanan têra salekê kûmanya tê stokkirin û van kûmanyayan bi traktoran tînin herêmê.