Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na? 2022-05-27 15:12:40   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr têkildarî Siddik Ugur ku li Girtîgeha Beşîriyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûn, bi mebesta ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr têkildarî Siddik Ugur ku di 25’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûn, bi mebesta ku Wezîrê Wezareta Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê.    Di sedema pêşnûmepirsê de Îmîr qala şopên îşkenceyê yên li ser laşê Ugur kir û xwest ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag pirsên wê bibersivîne.    Îmîr di sedema pêşnûmepirsê de wiha got: “Siddik Ugur di 10’ê kanûna sala 2016’an de hate girtin û di 17’ê tîrmeha sala 2017’an de hate berdan. Di 19’ê kanûna 2018’an de dîsa hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin. Li Girtîgeha Şirnexê li ser Siddik Ugur û girtiyên din bênavber îşkence û zext dihatin kirin. Di 23 û 25’ê cotmeha 2021’an de jî gardiyanan êrişî girtiyan kirin. Bi taybet jî Ugur hedef hatibû girtin û derb kiribûn. Rêveberiya girtîgehê jî ji qewimîna bûyeran Ugur tawanbar kiribû û kiribû hedef. Di 30’ê cotmeha 2021’an de jî girtîgehê hemû girtî sirgûnî deverên cuda kirin û Siddik Ugur jî şandin Girtîgeha Beşîriyê.”   ‘LI SER QIRIKA WÎ ŞOPÊN XENIQANDINÊ HENE’   Di berdewamê de Îmîr ev agahî dan: “Ugur, di 22’yê gulanê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku di odeyeke yekkesî de tê ragirtin. Ji bo ku televîzyonê bikire, ji malbata xwe pere xwestibû. Yek ji endamên malbata Ugur da zanîn ku şopên xeniqandinê li ser qirika Siddik Ugur hebûn, serê wî hatiye şikandin û îxtîmal nîne ku xwe kuştibe. Her roj li ser çapemeniyê nûçeyên îşkence û nêzikatiyên xerab ên li girtîgehan tên weşandin. Nabe ku întîhara mirovekî ya li girtîgehê weke bûyereke ji rêzê bê vegotin. Heke întîhar kiribe jî, sedema vê zext û sepanên li girtîgehan in. Rêveberiyên girtîgehan ji parastina jiyana girtiyan berpirsyar in. Nabe ku bibêjin întîhar kiriye û bi ser bûyerê re bigirin.”    Bi mebesta bersivandina Bozdag, Îmîr ev pirs kirin:    “*Gelo wezareta we çi lêkolîn kirine bê ka di nava 5 salan de çend kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û encamên vê lêkolînê çi ne? Di nava 5 salan de çend kes li girtîgehan mirine, çend kes hatine kuştin û çend kesan întîhar kirine?    * Ji ber mirinên ku îdiaya întîharê lê tên kirin, heta niha çend karmend ji peywirê hatine girtin? Heta niha çend karmend ji ber sedema berpirsyartiya van mirinan hatine darizandin?    * Wezareta we heta niha têkildarî mirina Siddik Ugur tu lêkolîn kirine yan na? Heke we nekiribin, gelo dê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin?   * Malbata Siddik Ugur da zanîn ku şopên îşkenceyê li ser cenazeyê kurê wan hene. Gelo hûn dê derheqê îşkence û nêzikatiya xerab de daxuyaniyekî bidin an na?”