Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin 2022-05-27 13:23:26   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê dan zanîn ku bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û banga berdana wan kirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li Baroya Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, Berdevkê Demê yê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yê Îzmîrê Necîp Vardal axivî.    Vardal, diyar kir ku li Tirkiyeyê weke her demê mafên girtiyan tên binpêkirin û wiha got: “Di serî de girtiyên nexweş gelek girtî û hikumxwarên siyasî û edlî ji baroyan û komeleyên mafên mirovan re daxwaznameyan dişînin û giliyan dikin, liv ir jî tê dîtin ku binpêkirinên mafan ên cidî li girtîgehan hene. Bi zextên ku li parêzeran tên kirin, asteng dikin ku binpêkirin derkevin holê.”   CÎHEKARÎ   Vardal, bi lêv kir ku girtiyên nexweşên giran û astengdar tevî raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî ji aliyê dozgeriyê ve bi hinceta “ji bo pergala cemaweriyê xetere ne” nayên berdan û xwe gihandina mafê tenduristiyê tê sînorkirin. Vardal, destnîşan kir ku bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û wiha berdewam kir: “Di navbera girtiyan de cihekarî heye. Mafê hevdîtinên bi dîmen dane girtiyên edlî lê nadin girtiyên siyasî. Guhertinên di qanûna înfazê de hatine kirin her girtî weke hev jê sûdê nagirin. Daxwazên berdana şertên kontrola edlî bêhincet tên redkirin. Pêkanînên lêgerîna tazî tên normalkirin û bi awayekî keyfî tên normalkirin. Vakayên îşkenceyê zêde dibin û bi biryarên ne şopandinê peywîrdarên cemaweriyê tên parastin.”   BINPÊKIRINÊN SÎSTEMATÎK    Vardal, destnîşan kir ku şertên girtîgehan ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwarin kêm tê dayîn di ava gerim û gerimkirinê de pirsgirêk hene. Daxwaznameyên ku girtî dişînin ji holê tên rakirin. Binpêkirin bi awayekî sîstematîk bi komî tên kirin. Bi sînordarkirina kovar, rojname û pirtûkan îşkenceyeke psîkolojîk tê kirin. Tevî hemû binpêkirin û zextan em ê têbikoşin û bibin dengê girtiyan.”   JI BO BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ BANG HATE KIRIN   Pişt re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî bi lêv kir ku dewlet mecbûre jiyana mirovan biparêze û got: “Qet nebe bila dewlet qûralên xwe bi xwe pêk bîne. Divê raporên nexweşxaneyê berçav bên girtin, ev pirsgirêkeke têkildarî mafê jiyanê de ye. Divê bê cûdatî girtiyên nexweş bên berdan û di şertên guncav de bên dermankirin.”