Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin 2022-05-27 11:50:30 RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya wan a li pêşiya Edliyeya Rihayê didome ev peyam parve kirin: “Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Şenyaşar, bi mebesta darizandin û girtina kujeran, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 445’an de jî berdewam kir.    Dayika Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî îro beşdarî nobetê bibe. Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiyê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 445’an de berdewam dike. Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin. Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê jî yên li ber xwe didin pê dizanin. Nobeta me di roja 445’an de berdewam e.”