Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn 2022-05-27 11:11:15 RIHA - Zarokê bi navê Muharrem Aksem li qadeke nêzî guleberdana polîsên tevgera taybet hatibû kuştin. Walîtiya Rihayê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ev qad ji sala 2005’an ve bi awayekî fermî weke cihê guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn. Lê derket holê ku ev agahî rast nîne û ev dever ji hêla polîsan ve bi awayekî derqanûnî hatiye bikaranîn.    Zarokê bi navê Muharrem Aksem, di 24’ê adara îsal de li Taxa Micit a Navçeya Eyyûbiye ya Rihayê li devera guleberdanê ya polîsên tevgera taybet hatibû kuştin. Walîtiya Rihayê têkildarî mirina Aksem daxuyaniyeke nivîskî dabû û derheqê qada ku tu tabela û bergiriyên ewlehiyê lê tunebûn wiha gotibû: “Ji sala 2005’an heta niha bi awayekî fermî weke qada guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn.” Lê derhî bû ku ev parsela bi hejmar 315, di 17’ê sibatê de ji hêla Komîsyona Îmarê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve ji emniyetê re hatiye dayîn lê belê hêj biryar teqez nebûbû ku keya û şêniyên taxê îtîraz kiribûn û biryar dîsa ji meclisê re hatiye şandin.    Şêniyên taxê piştî kuştina Aksem bi ajansa me re axivîn û gotin ku beriya qebûlkirina biryarê, polîs ji sala 2019’an heta niha vê deverê weke qada guleberdanê bi kar tînin. Ji sala 2019’an heta roja kuştina Aksem, keyayê taxê û welatiyan bi dehan caran daxwazname dan şaredarî û emniyetê ku ev dever weke qada guleberdanê neyê bikaranîn. Lê belê tu carî bersivek ji daxwaznameyên wan re nehat dayîn. Di 17’ê sibatê de meclisa şaredariyê biryar da ku ev qad ji emniyetê re bê veqetandin lê belê hêj biryar teqez nebûbû ku keyayê taxê îtîraz kir. Keyayê taxê rojek piştî kuştina Aksem jî anku di 24’ê adarê de daxwazname da şaredariyê ku ev qad ji emniyetê re bê qedexekirin. Dema Aksem hatiye kuştin, ev biryar hêjta nehatibû teqezkirin.    ÎTÎRAZ PIŞTRE NIRXANDIN   Komîsyona Îmarê ya Şaredariyê piştî kuştina Aksem ev daxwazname nirxand. Komîsyonê ev îtîraz xist nava rojevên rûniştina meha nîsanê û pêşnûme amade kir. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku komîsyonê di 17’ê sibatê de di bin navê “Plana Îmarê ya Nazim” de biryara hejmar 125 a “Qada fermî ya saziyê (qada xizmetê ya emniyetê)” da ye. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo nirxandina îtîrazê ku di 13’ê nîsanê de li meclisê hatibû kirin bikeve rojeva meclisê, di gulanê de rûniştek bê lidarxistin. Îtîrazên heyî di meha gulanê de ji hêla meclisê ve hate nirxandin û piştre dan ber dengdayînê.    ENDAMÊ AKP’Î: EM BIDIN EMNIYETÊ   Endamê Meclisê yê AKP’î Cîhan Canbeylî derheqê pêşnûmeyê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Em dixwazin ev dever bibe qada emniyetê. Mebesta me ya ji vê daxwazê ew e ku emniyetê veguhêzin vê derê. Ji ber ku ev qad ji emniyetê re nehatiye veqetandin, emniyet nikare derdora wê bigire. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê vê derê ji xwe weke qada guleberdanê bi kar tînin. Jixwe dikin. Em bidin emniyetê ku derdora wê bê girtin.”    PLAN HATE BETALKIRIN    Endamên meclisa şaredariyê îtîrazên heyî di cih de dît û bi piraniya dengan biryara betalkirinê dan. Di dengdayînê de tenê endamê meclisê Cîhan Canbeylî dengê bêmeyl da.    WALÎTIYÊ AGAHIYÊN ŞAŞ DAN   Piştî kuştina Aksem, Walîtiya Rihayê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî dabû wiha gotibû: “Ev qad, ji sala 2005’an heta niha bi awayekî fermî weke cihê guleberdan û perwerdeyê tê bikaranîn.”    MA / Emrûllah Acar