Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin 2022-05-27 10:53:48   MÊRSÎN - Li Mêrsînê polîsan bi ser malan de girtin û ciwanên bi navê Demhat Gokalp û Ozgur Sungur binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtinan de Demhat Gokalp û Ozgur Sungur binçav kirin. Hate diyarkirin ku di lêgerîna malên Gokalp û Sungur de polîsan telefonên ferdên malbatê yên din jî desteser kirine. Gokalp û Sungur ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.    Hate hînbûn ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.