Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin 2022-05-27 10:29:33 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede diyar kir ku biryara sînordarkirina parastinên Doza Kobanê raste rast binpêkirina mafê darizandina adil e û îktidar dixwaze beriya hilbijartinê biryar bide û ji xwe re vê biryarê bike bikar bîne.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umît Dede ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Berpirsiyar e Doza Kobanê ku dê danişîna wê ya 13’emîn di 30’ê gulanê de dest pê bike nirxand. Dede bal kişand ser sînordarkirina mafê parastina siyasetmedarên ji dozê girtî tên darizandin.  Dede anî ziman ku ji roja Doza Kobanê dest pê kiriye heta îro darizandinek adilane esas nehatiye girtin û doz bi arastekirinên siyasî hatiye vekirin. Dede destnîşan kir ku ji bo ji dozê demildest biryar derkeve lez tê kirin û wiha got: “Ev lez û bez darazê û îktidarê ji roja ku dozê dest pê kiriye ve didome. Bêhiqûqî û neheqiyên di dozê de bênavber berdewam dikin. Di danişîna dozê ya dawî de heyeta dadgehê biryara navberê da. Dadgehê her wiha biryara sînordarkirina divê di rojekê de parastina siyasetmedarê parastina xwe nekirine da.”   MAFÊ DARIZANDINA ADILANE    Dede bi bîr xist ku di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de û di peymanên navnetewî de jî tê gotin mafê herî bingehîn mafê darziandina “mafê parastinê” ye û wiha got: “Ev maf bi tu awayî nayê sînordarkirin. Heke darizandinek adilane bikin, pêwîste bi tu awayî parastin neyê sînordakirin. Dozek pir qelebalix e û giran e. Dixwazin hevalên me ku heta niha parastina xwe nekirine, di rojekê de parastina xwe bikin. Daxwazek wiha raste rast binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Em vê biryarê nas kin. Tu hukma vê biryarê nîne. Em ê îtîraza xwe ya di vê derbarê de ku wê di 30’ê gulanê de danişîn dîsa dest pê bike pêşkêş bikin. Em ê bi tu awayî qebûl nekin. Hevalên me yên siyasetmedar jî ku tên darizandin dê vê sînordarkirinê qebûl nekin. Em ê destûr nedin ku mafê parastina hevalên me bê sînordarkirin. Daraz li ser fermana îktidarê dixwaze bil ez û bez biryara dozê bide. Îktidar jî dixwaze di hilbijartinên pêşiya me de vê biryarê wek malzemeya hilbijartinê bikar bîne.”    MA / Bêrîvan Altan