Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me 2022-05-27 10:04:16 ŞIRNEX - Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku kengê balafirên F-16 di ser gundê wan re derbas bibin ew komkujiyê dubare dijîn û gotin: “Zarokên me qetil kirin û niha jî Zap, Avaşîn û Metînayê bombebaran dikin. Êdî bes e."    Di 17'ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi şirîkatiye PDK'ê ji hewayî û bêjahî ve êrişêke berfireh li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê ve dabû destpêkirin. Li van herêman şerê dijwar diqewimin. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kiribû ku 8 endamên wan bi çekên giran ê kimyewî hatine qetilkirin. Dayikên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 zarokên wan bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn qetilkirin bertek nîşanî êrişên li axa başûrê Kurdistanê dan û bang kirin ku dawî li qetlîaman bê anîn.      'BIRA BI DESTÊ BIRA DIDE KUŞTIN   Dayika Mehmet Alî Tosun ê ku di qetlîamê de hat kuştin Fadîle Tosun, anî ziman ku Barzanî bi van kirinan heqeretê li kurd û Kurdistanê dike û wiha axivî: "Malbatên 34 canan hin li Başûr in û hin jî li vir in. Niha malbata me ji vir bêtir li Başûr e. Her wiha şehîdên me yên pêşmerge jî hene. Berê xalên me, mamên me û pismamên me û xizmên me pêşmerge bûn. Em wê demê zarok bûn, lê tê bîra me. Tişta ku malbata Barzanî dike heqareta li kurdan e. Zarokên me yên Zap û Metînayê bombebaran dikin. Gelê me yê Zap, Metîna, Şengal, Mexmûr û Zaxoyê bombebaran dike. Çiyayên me hemû şewitandin. Dar û daristanên wan hemû birîn. Gelek heqeret li Kurdistanê hat kirin. Heke Neçîrvan û Mesrûr Barzanî qebûl nekiribana wisa nedibû. Em kurd in Tirkiye zimanê me qebûl nake, me qebûl nake. Lê Barzanî çima vê heqeretê li me dike? Ev tê wê wateyê ku ji vir heya Iraqê me weke hemwelatî qebûl nakin. Em ku ve birevin? Ev erdê me ye, axa me ye. Ji vir heta biçe Zapê, Metîna, Zaxo ya me ye. Ev axa me ya divê zarokên me li ser jiyan bikin. Dema ku balafirên şer di ser gund re derbasî axa Başûr dibin derûniya me xera dibe. Kezeba me şewitî û em giriyan lê bila êdî tu dayik negirîn û xwîn nerije. Em dixwazin aşitiyek çêbibe. Em dibêjin bila şer bi dawî bibe. Em dibêjin êdî bes e ku qetlîam pêk tên. Ew tank û topên ku ji vir derbasî Başûr dibin weke ku li dilê me dikevin. Em edeletê dixwazin, ew şer dixwazin. Erdogan bira bi destê bira dide kuştinê. Êdî bes e.”    'DEMA KU F-16 DERBAS DIBIN WEKÎ KU LI DILÊ MIN DIDIN'   Dayika Selam Encu, Semîre Encu jî bi lêv kir ku kengê balafirên şer li ser serê wan derbasî herêma şer dibin, heman êş li wan dubare dibe û got: "Ev 10 salên me derbas bûn. Lê êşa me tu carî nayê jibîrkirin. Me ewqasî êş kişand, bila tu dayikên din nekişînin û ev xwîna tê rijandin bila bisekine. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Divê em kurd hemû piştgiriyê bidin hev. Em xwişk û birayê hev in. Pêwîste ku çi şer di nava me de çênebe. Êşa Roboskiyê mezin e. Heke edelet bihata Roboskiyê û komkujiya Roboskiyê ronî bibûya wê ev komkujiyên din jî çênebûna. Dema ku balafirên şer ên F-16 di ser gundê me re derbas dibin, weke ku li dilê min didin. Çimkî van balafiran zarokên me qetil kirin. Em pê diêşin û aciz dibin. Dema ku derbas dibin, em dibêjin ka wê kezeba kê bişewitînin. Divê em kurd dest bidin hev. Em ji Mesûd Barzanî rica dikin ku bila piştgiriya vî şerî neke. Bila vî şerî bisekine û pêşmergeyê xwe nede pêşiya leşkeran."    'BILA BES ALÎKARIYÊ BIDE TIRKIYEYÊ'   Dayika Şivan Encu, Hediye Encu jî bertek nîşanî şerê li dijî axa başûrê Kurdistanê da û anî ziman ku ew hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re qebûl nekin û ev tişt got: "Em qebûl nakin ku Mesûd Barzanî mil bide Tirkiyeyê. Zarokên me qelandin, çi heqê wî li ser me heye? Bila êdî malbata Barzanî li pey Tirkiyeyê neçe û neyê. Em viya qebûl akin. Bila bes alîkariya bide tirkan. Heke wî destûr nedaba Tirkiyeyê nedikarî biçe êrişan bike. Tirkiye ji bo zarokên me bikuje ji malbata Barzanî piştgiriyê digire. Em ê tu demê vê yekê qebûl nekin. Êdî bes e bila vê zilmê li me bikin.”    'EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME PERÇE PERÇE BIBIN'   Dayika Serhat Encu Halîme Encu jî li dijî şer banga aştiyê kir û wiha axivî: "Hemû dinya êşa me dizane. Em vê komkujiyê ji bîr nakin. Em û mala Barzanî ji heman malbatê ne. Em ji malbata Barzanî rica dikin ku rêya yekîtiyê dizanibin. Em hûn in û hûn em in. Tu ferqa me nîne. Em naxwazin şerê navxweyî derkeve. Em naxwazin ku bi çekên kîmyewî êrişan bibin ser tu deran. Em naxwazin ku zarokên tu kesî bimrin. Ev zarokên me perçe û perçe bûn, lê em naxwazin ku zarokên me yên din perçe bibin. Em naxwazin ku di navbera me de nexweşî çêbibe. Em jî wekî her kesî ji hev hez bikin û bi aramî bijîn.”    'HER EM BALAFIRA DIBÎNIN KOMKUJÎ TÊ BÎRA ME’    Dayika Fadil Encu, Azîme Encu jî daxwaz kir ku şer bê sekinandin û wiha got: "Zarokên me hatin qetilkirin, bila yên kesek din neyên qetilkirin. Bila şer bi dawî bibe. Ev tişt hat serê me bila neyê serê keseke din. Ew kesê ku xiyanet bike wê li xwe bike. Dema ku li vir balafir derbas dibin, dilê me perçe perçe dibe û ew roja komkujiyê tê bîra me. Em kengê wan balafira dibînin komkujî tê bîra me. Divê kurd bibin yek û tifaq bin. Bila şerê navxweyî dernekeve. Zarokên me çûn, bila yên kesek din neçin.”