Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin 2022-05-27 09:58:55 AMED - Parêzera OHD’î Halîse Dakali diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye “tecrîdeke girankirî” û wiha got: “Mirov dikare tecrîda li ser Îmraliyê weke ev sed sal in tecrîdkirina gelê kurd a li Rojhilata Navîn jî binirxîne.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan, ji roja hatiye radestkirin heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Her çend ku di vê pêvajoyê de car bi car ev tecrîd hatibe sivikkirin jî, bênavber domiya. Hikûmeta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de tecrîd bi awayekî fermî nas nekir lê belê her tim daxwazên hevdîtinê yên aliyên sêyemîn, malbat û parêzeran bi hincetên weke “keştî xera bûye” û “rewşa hewa nebaş e” red kir. Di demên dawî de jî bi hinceta cezayên “disiplînê” ku li ser hev tên dayîn pêşî li ber van hevdîtinan digirin.    Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Halîse Dakali têkildarî tecrîda li ser Ocalan ku bi navê “cezayên disiplînê” tê domandin û berbelavbûna tecrîdê ya li ser girtîgehên din ji ajansa me re axivî.  'EM BI HIQÛQEKE FIÎLÎ RE RÛ BI RÛ NE’   Parêzer Halîse Dakali anî ziman ku bi peymanên navneteweyî re heta astekî pêşî li îzolekirina şexsan a ji civakê hatiye girtin û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re ku roj bi roj girantir dibe re tê dîtin bê ka ev peyman çawa li hewa dimînin. Em dibînin bê ka ev peyman, hiqûqa navxweyî û navneteweyî çawa tune tê hesibandin. Hiqûqeke fiîlî ya li dijî şexsekî ketiye meriyetê. Sepana tecrîdê, binpêkirina qedexeya îşkence û nêzikatiya xerab e. Tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Tekane wateyeke tecrîdê heye ku ew jî, sepaneke li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Dema li hiqûqa Tirkiyeyê tê nihêrtin, mirov li rastî xaleke ku rê li ber tecrîdê vedike nabîne.”    'HIQÛQA LI GORÎ ŞEXSAN’    Dakali, diyar kir ku li gorî qanûnan, sepana tecrîdê nepêkan e û wiha domand: “Lê belê bi tecrîdkirina Ocalan re hiqûq, bi awayekî fiîlî li gorî şexs tê bikaranîn. Li gel sedemên polîtîk, neserbixwebûna darazê jî sedemek e. Darazê bêalîtiya xwe daye rexekê lewma ev sepan tê kirin. Tecrîda li Îmraliyê girantir kirin û li hemû girtîgehan berbelav bû. Polîtîkayên li ser girtîgehan jî êdî di rewşeke xeternak de ne. Ji bo astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan ên li Îmraliyê di demên berê de hincetên weke ‘muxalefeta hewa’ û ‘keştî xerabe ye’ nîşan didin. Niha jî hinceta ‘cezayên disiplînê’ nîşan didin. Lê belê cezayên disiplînê yên çawa? Ne şexs, ne girtî, ne parêzer û ne jî kesek dikare xwe bigihîne van cezayan û pêvajoyeke îtîrazê tune ye. Heke bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nebe, wê demê bingeheke van sedeman ê hiqûqî jî nîne.”   ‘TECRÎD LI DIJÎ AŞTÎ Û MIROVAHIYÊ YE’   Bi domdarî Dakali got ku tecrîda li ser Ocalan êdî veguheriye tecrîdeke girankirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîdê re mafê ragihandinê, yê tenduristiyê, yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re û mafê parastina jiyana taybet tên binpêkirin. Bi tecrîda girankirî dixwazin îktîdara xwe ya daraz û siyasî bidomînin. Her îktîdarê têgehên qedexe û gunehê heta niha ji bo rewakirina desthilatdariya xwe bi kar anîn. Bi vê yekê re kesên ne ji xwe ceza kirin û bi derhiqûqiyê re rû bi rû hiştin. Bi pratîka li Girava Îmraliyê re ku li seranserî girtîgehên Tirkiyeyê berbelav bûye, di esasê xwe de hewl didin derhiqûqiya xwe binixûmînin. Tecrîda li ser Ocalan raste rast girêdayî rewşa kurdan a ev sed sal in tê de dijîn e. Lewma mirov dikare tecrîda li Îmraliyê weke tecrîdkirina gelê kurd a li Rojhilata Navîn ku ev sed sal e didome. Hema hema ev sed sal in gelê kurd ji hêla nasname, ziman, çand û fîzîkî tê tecrîdkirin. Divê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din, ji sepanên tecrîdê yên li ser gelê kurd cudatir nebîne û weke tecrîdeke li dijî aştî û mirovahiyê binirxîne.”    ‘CPT DIBE QURBANA BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ’   Di berdewamê de Dakali qala berpirsyariya saziyên navdewletî kir û axaftina xwe wiha qedand: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) piştî lêkolînên li Girava Îmraliyê, ji hikûmeta tirk parastin xwest û ev tecrîd red kir. Li belê disiplîna xebatê ya CPT’yê bi qurbanî berjewendiyên navneteweyî tên kirin. Ne tenê CPT lê hemû saziyên din ên navneteweyî van tiştan dikin. Tevî van kêmasiyan jî em ê serlêdanên xwe yên hiqûqî yên ji bo sazî û dezgehên navneteyî bidomînin û berpirsyariya wan bi bîra wan bînin. Em li her platormê tînin ziman ku tecrîd, sepaneke li dijî mirovahiyê ye.”