Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek 2022-05-27 09:45:15   ŞIRNEX - Jinên bêrîvan ku bal kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku ji ber êrîşan ew nikarin bi rehetî derbasî zozanan bibin û diyar kirin ku divê hemû kurd li dijî êrîş û xiyaneta li dijî kurdan bibin yek.   Êrîşên Dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin hem bi hewayî hem ji bejahî bi dijwarî berdewam dikin. Di çarçoveya operasyonan de li Bakûrê Kurdistanê jî li ser sînoran jî şerek diqewime. Êrişên ku ji mehekê zêdetir li dû xwe hişt, bandorê hem li xwezayê hem jî li jiyana welatiyan dikin. Bêrîvan û koçerên ku berê xwe didin zozanan, ji ber zozan bi hinceta “herêmên ewlehiya taybet” tên qedexekirin, zehmetiyan dikişînin û nikarin derbasî zozanan bibin. Jinên ku bêrîvantiyê dikin balê kişandin li ser van êrîşan û diyar kirin ku ew dixwazin bi rehetî karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin.   ‘EM NIKARIN BI REHETÎ BIÇIN ZOZANAN’   Ayşe Ataman a ku ji ciwantiya xwe ve berîvantiyê dike, destnîşan kir ku tevî zehmetiya karên wan astengiya operasyonên leşkeri barê karê wan girantir dike û wiha got: “Em bi salan e zozan bi zozan digerin û karê xwe pêk tînin. Lê belê di vê pêvajoyê de em hem ji ber karê xwe hem jî ji ber operasyonên Tirkiyê zehmetiyê dikişînin. Leşker dora çiyayan digirin loma em nikarin bi rehetî biçin karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin. Em dixwazin bi rehetî karê xwe bikin.”    ‘KURD BIBIN YEK TU KES NIKARE PÊŞIYÊ LI WAN BIGIRE’   Ataman, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurd ji zilm û zordestiyê bêzar bûne, di azadiyê de bi israr in û wiha bi lêv kir: “Me gelek berdelên giranbiha dane û hê jî didin. Bi hezaran girtiyên me û şehîdên me hene. Serê me bi wan ser bilind e. Ew li pey doza mafdar in. Em ji dijmin natirsin. Ji xwe dilê me tejî êş û elem e. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Bila kurd yekitiya xwe pêk bînin wê tu kes nikare di pêşiya wan de bisekine. Em dixwazin hinek aramî û xweşî were vê dinyayê.”   ‘JI BER ASTENGIYAN CIHÊN ZOZANÊN XWE DIGUHERÎNIN’   Heyat Aykut jî anî ziman ku di sala 2017’an de keça tiyê wê Hatîce (Xwînda) Aykut li Kato Jîrka jiyana xwe jidest daye. Aykût, diyar kir ku koçer ji ber astengiyan cihê zozanên xwe diguherînin û wiha axivî: “Koçer û bêrîvan niha bi piranî diçin milê Marûnis û Feraşînê. Em jî wê di meha Hezîranê de biçin zozanên mêrgên sotî.  Em îdareya xwe bi zorî dikin, bi saetên serê sibehê em tên û heya êvarê li vir dimînin. Em gelek bi vî şerê ku niha hatiye destpê kirin diêşin. Li dijî me ji her aliye ve êrîşek mezin heye. Daxwaza me ew e ku jiyanek bi aştîyane pêk were.”   ‘HEKE YEKITIYEK ÇÊBIBE WÊ SERKEFTINEK JÎ PÊK WERE’   Hanim Ataman a kurê wê Lokman Ataman 7 sal berê li Kobanê jiyana xwe jidest daye, destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî dijmin bibin yek û got: “Em dayik gelek bi dil êş û dilsoj in. Em girîyan lê êdî bila tu dayik negirîn. Bila dilê tu kesê neêşe. Pêwîste ku em hemû kurd di her milê ve li dijî dagirkeriyê û xiyanetê bibin yek. Bila çekên kimyewî neyên bikaranîn. Heke yekitiyek çêbibe wê serkeftinek û aştiyek jî pêk were. Bi hezaran girtiyên me henin. Dê ew jî werin berdan.”   ‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ KES BÊDENG DIBIN’   Ayda Bal ku 25 sal in bêrîvantiyê dike jî di heman demê de yek ji malbata girtiyan e. Kurê Bal, Recep Bal 18 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin. Bal, destnîşan kir ku gava mijar dibe kurd hemû kes li dijî kurdan dibe yek û got: “Kurê min gelek caran hatiye sirgûn kirin. 25 sal ceza lê hatiye birîn. Ez bi kurê xwe serfiraz im û mafê wî diparêzim. Em dixwazin aştiyek pêk were û girtiyên siyasî serbest werin berdan. Niha jî şerek heye bila ev şer bisekine û kurdan re serkeftinek pêk were. Dema ku mijar dibe kurd hemû kes bêdeng dibin. Ji ber ku ditirsin. Dizanin ku wê kurd aştî û azadiyê bînin. Loma zilmê jî zêdetir dikin.”