Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî 2022-05-27 09:04:28 MÊRDÎN - Li Mêrdînê avahiya ku dijî tevna dîrokî ya bajêr e û ruxseta wê ya xebitandinê tune ye çendî 3 caran hatiye mohrkirin û li herêma afetê ye jî, dest bi kar kir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ragihandibû ku ji sala 2021'ê ve di çarçoveya projeya UNESCO'yê de dest bi xerakirina avahiyên bibeton kiriye. Rêvebiriya qeyûm di dema van xebatên di bin navê "berbiçavkirina tevna dîrokî" de çendî hin avahiyên şaredariyê yên bibeton xera kiribin jî, lê derket holê ku avahiya bibeton a endamê Desteya Rêvebir a AKP'a Mêrdînê Erdal Yay ku dijî Qanûna Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ye û ruxseta wê tune ye, wekî otel hatiye veguherandin.    3 CARAN HAT MOHRKIRIN   Avahiya navborî ya 4 qatî ya xwediyê wê AKP'yî ye li Kolana Bîrîncî ya navçeya Artûklûyê ye. Ji ber ku 3 qatên wê bi betonê hatine çêkirin, dihat payin ku herî kêm 2 qatên wê bên xerakirin. Piştî li bajêr xerakirina avahiyên bibeton dest pê kir, li vê avahiyê jî xebatên tadîlatê dest pê kiribûn. Paşê şaredariyê bi hinceta ku li "herêma afetê ye", "dirjî tevna dîrokî ye" û "ruxseta wê tune ye" ew mohr kiribû. Lê xwediyên wê mohra şaredariyê şikandibûn û xebatên tadîlatê domandibûn. Piştî vê şaredariyê careke din ew mohr kiribû. Lê dîsa jî xebatên li avahiyê dewam kiribûn.    DIJÎ TEVNA DÎROKÎ   Avahiyên li Mêrdîna Kevn divê bi kevirên Mêrdînê bin, lê derket holê ku ev avahiya navborî ku bi boyaxa spî hatiye boyaxkirin û wekî bi kevirên Mêrdînê hatibe çêkirin hatiye nîşandan, xwediyê wê ew veguherandiye otêlê. Ev avahî çendî sê caran hatiye mohrkirin û ruxseta wê ya xebitandinê tune ye jî, bi merasîmekê hatiye vekirin.    QEYÛM SERDANA WÊ KIR   Li Desteya Parastinê ya Heyînên Çandî giliyê vê avahiyê hatiye kirin. Lê tişta balkêş kesên serdana wê kirine. Gava tadîlata li avahiyê dewam dikirin ewilî Waliyê Mêrdînê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş serdana wê kiriye û di serdanê de gotiye: "(...) Me derbarê kargehê de agahî wergirtin. Malavayiya xwediyê kargehê dikim ji ber ku piştgiriya turîzma Mêrdîna me dikin. Li ser xêrê be."    Piştî avahî dest bi xebatê kiriye jî Serokê AKP'ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç û rêvebiriya wî serdana wê kirine. Kiliç di serdana xwe ya 25'ê nîsanê de gotiye: "Qonaxa Yayê ku rengekî nû li Mêrdînê bar kiriye."