Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin 2022-05-21 16:57:18   MÛŞ - Li navçeya Kopê, faîlê ku hewl daye dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin û kekê faîl ê cerdevan ber derê mala faîl bi cerdevanan "bergiriya ewlehiyê" girtin.    Li gundê Odûnçor ê navçeya Kopê ya Mûşê, zilamê bi navê S.S. hewl da dest dirêjî zarokekê 7 salî bike. Li ser gilîkrina malbata zarok S.S. hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, bûyer di 17'ê gulanê de li gund pêk hatiye. S.S. hewl daye dest dirêjî zarokê 7 salî yê ciranê xwe bike. Zarok tiştên S.S. anîne serê wî li malbata xwe re vegot. Li ser vê malbatê giliya S.S. kir û S.S. hat binçavirin û piştre jî hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Li aliyê din hat hînbûn ku kekê S.S. ê sercerdevan li dora mala birayê xwe yê faîl bi cerdevanan di bin navê "bergiriya ewlehiyê" de nobet daye girtin.