Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da 2022-05-21 15:51:37   ŞIRNEX - Li gundê Serêkanî yê navçeya Hezexê zaroka 13 salî ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da.   Nîrgul Demîr a 13 salî ku li xaçerêya Rêyaarmûşê ya li gundê Serêkanî yê girêdayî navçeya Hezexê xwest biçe wî aliyê cadeyê wesayîtekê lê da. Tîmên tenduristiyê yên gazî cihê bûyerê hatin kirin, tespît kirin ku Demîrê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.   Leşkeran ajokarê wesayîtê binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.