‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’ 2022-05-21 15:41:11   DÊRSIM - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji ber desthilat ji gel ditirse, hewl dide bi zext, qedexe û astengiyan gel bitepisîne û bi lêv kir ku desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê, têkildarî zext û astengiyên li welat li dijî hêzên demokrasiyê û muxalefetê zêde bûne daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Dersîm Dag, Alîcan Onlu û nûnerên rêxistinên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya pankarta “Zext û qedexe nikarin me bitepisînin” de dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê Ergîn Tekîn ê di daxuyaniyê de ewilî axivî, wiha got: “Hemû qedexe; di encama polîtîkayên pergala faşîst a paşverû ya rêveberiya yek zilamî de derdikevin  holê.”   Tekîn, da zanîn ku agahiyên qedexeyan ên ji her aliyê Tirkiyeyê tên berdewam dikin û wiha got: “Ji bilî qedexeyên muzîkê, yên festîvalê, em bi qedexeyên siyasî yên ji bo siyasetmedaran, qedexekirina mîtîngên partiyan, qedexekirina çalakiyên hilberîneran û gelek qedexeyên din re rûbirû man e. Her kes dizane ku di cenazeyê siyasetmedara kurd û endama Koma Aştiyê Aysel Dogan de ku demeke dirêj bi kanserê re têdikoşiya, çi qewimî. Li pêşberî têkoşîna gel a li dijî hemû zext û astengiyan, hêza hunerê, enerjiya ciwanan tu şensê we nîne.”   BERTEK NÎŞANÎ DESTHILATÊ DA   Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî da zanîn ku li Tirkiyeyê li her qada jiyanê tundî xistine dewrê û desthilat bi polîtîkayên şer, nelirêtî û tundiyê dimîne ser piyan. Temellî, destnîşan kir ku desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne, gelan bi vî awayî ditepisîne û wiha got: “Çima evqas tundî heye? Ji ber ku ditirsin. Ez jî ji vir bang dikim: Her tim bitirsin. Helbet hûn ê rojekê hesaba vê tundiya hûn dikin dê pêşberî edaletê bidin. Hûn bi vê tirsê tundiyê didomînin. Yek ji tirsa wan a herî zêde tundiya li ser cenazeyan e. Li tu deverê cîhanê, dijmin bi xwe jî mudaxileya li cenazeyê Aysel Doganê hat kirin nakin. Lê ev desthilat êrişî cenazeyên me jî dike.”