Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were 2022-05-21 14:00:58   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 439’emîn de didome. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal banga “Edaletê” kir.    GEFA KIRYARÊN NEDIYAR   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal gotina “Malbata Şenyaşar li edaletê digere” etîket kir û ev peyam parve kir: “Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pêş edliyeyê li edaletê digere. Li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide. Niha divê ji bo edaletê li dijî hemû zext û gefan li ber xwe bê dayîn û piştevanî bê kirin. Ji ber ku edalet wê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”