Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn 2022-05-21 13:53:30   AMED - Xizmên windayan, aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Orhan Orhan û Cezayîr Orhan ku ji heman malbatê di sala 1994'an de di bin çavan de hatibûn windakirin, pirsîn.     Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 693'yan de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mirovahiyê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Ji bo daxuyaniyê xizmên windayan û gelek kes hatin gelhev. Di daxuyaniyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Orhan Orhan û Cezayîr Orhan ku ji heman malbatê di 6'ê gulana 1994'an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin hat pirsîn.    'EDALET JI HERKESÎ LAZIM E'   Di daxuyaniyê de destpêkê kurê Mehmet Selîm Orhan, Adnan Orhan axivî û diyar kir ku salên dûr û dirêj in dayikên xizmên windayan têdikoşin û wiha got: "Heta ku aqûbeta windayan neyê diyarkirin ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Rexmî ewqas delîlan jî darazê kesî ceza nekir. Weke xizmên windayan em ê aqûbeta windayên xwe bipirsin. Divê heqîqet û edalet pêk were. Ne tenê ji bo me ji bo herkesî edalet lazim e."   Piştî Orhan Rêveberê Şaxa ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz axivî. Akdenîz, çîroka windakirina her sê kesên windakirî û têkoşîna malbatên wan a ji bo hînkirina aqûbeta wan vegot.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê b dawî bû.