Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû 2022-05-21 13:33:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameya 2 sivîlên di êrişa Tirkiyeyê ya li bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan aşkere bû.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, di bombebarana Tirkiyeyê ya li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de wesayîtek hedef hatiye girtin, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Nasnameya 2 sivîlên di êrişê de aşkere bûn. Hate diyarkirin ku welatiyên bi navên Aram Hacî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku ji gundê Tuteqel in di êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku her du pismamê hev in û cenazeyên wan rakirina Saziya Tiba Edlî ya Axcelarê. Têkildarî nasnameya hersê kesên din tu agahî nehatin bi dest xistin.