Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome 2022-05-21 11:32:52   ŞIRNEX - Operasyona ku di 30'ê nîsanê de piştî şerê derketibû li çiyayê Cûdî dest pê kiribû, bi liv û tevgera hewayî didome.     Li Şirnexê, di 30'ê nîsanê de şer derketibû û 8 leşker hatibûn kuştin. Piştî şer li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de liv û tevgera hewayî li Geniya Mêwik, Deriyê Çirçiro, Dugiheka û Çala Gozayê didome û heron û SÎHA digerin. Li herêmê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran jî heye. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan, leşkeran ji Tabûra Hîsar a Cizîrê herêmên Tûşimga, Girê Hêrmo û Avçinara çiyayê Cûdî gelubebaran kirine.   Piştî ku operasyona hat dest pêkirin ji 11 gulanê ve têketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît ên Şirnexê qedexe ne.