Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin 2022-05-21 11:05:34   STENBOL - Xebatkarên Şaredariya Kadikoyê jî di nav de di lêpirsîna ku derbarê 224 kesan de hatibû vekirin de 32 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anatolîyayê ve hatiye destpêkirin de bi sûcdariya "Bi awayekî rêxisnkirî dayîn û girtin û navbeynkariya bertîlê" û "Sextekariya di belgenameyên fermî de" zabita û endezyarên Şaredariya Kadikoyê jî di nav de 54 jê peywirdarên cemaweriyê bi giştî derbarê 224 kesan de operasyon hatibû kirin.    Di operasyona ku bi awayekî hemwaxt pêk hatibû de li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Kocaelî û Şirnexê gelek kes hatibûn binçavkirin. Beşek ji kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê hatin berdan û 160 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Di lêpirsîna dozgeriyê de 36 kes bi daxwaza kontrola edlî 124 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 92 jê kesên ku girtina wan hatibû xwestin jî di nav de bi giştî derbarê 128 kesan de milyonek û 650 cezayê pere hat birîn û biryara kontrola edlî hat dayîn. Qomiserekî zabiteyan, 24 zabita, 2 endezyar, 27 xebatkarên Şaredariya Kadikoyê bi giştî 32 kes hatin girtin.