Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî 2022-05-21 09:01:15 MÊRDÎN - Azîz Altunkaynak ê ku hestiyên lawê xwe Davut Altunkaynak ê 12 salî di binçavan de hat windakirin dîtibû, qala tiştên di 28 salan de kişandiye kir û got: “Kujer diyar in. Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî.”  Di navbera 17-31’ê Gulanê de Hefteya Dijî Windakirina di Binçavan de ya Navnetewî ye. Bi minasebeta vê hefteyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di salên 1990’î de bi hezaran kurd di binçavan de hatin windakirin û bi hovîtî hatin qetilkirin. Hê jî cihê gora bi hezaran nayê zanîn, aqûbeta wan ne diyar e. Malbatên windayan bi salan e ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin û kujer bên darizandin, çalakiyan li dar dixin. Li aliyekî malbat edaletê dixwazin li aliyekî jî îktidar û daraz kujeran xela dike û biryara beraetê dide kujer û berpirsiyaran.    Heta niha dozên wek Doza Kizilagaç, Doza JÎTEM’ê ya Dêrikê, Doza Bespînê, Doza JÎTEM’ê ya Qoserê, Doza Licê, Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê û Doza JÎTEM’ê ya Pasûrê bi biryarên beraetê ser wan hatiye girtin.    Yek ji van dozên girîng jî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ye. Di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê 3 jê zarok 7 welatî di binçavan de hatibûn windakirin. Fikar heye ku ev doz jî bi “bêcezahiştinê” serê were girtin. Malbatên salên dûr û dirêj ji bo dîtina cenazeyan têkoşiyan û di encama vê lêgerînê de Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hîkmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) hatin dîtin. Kujerên van cangoriyan tên darizandin.    Hestiyên Davut Altunkaynak ê 12 salî piştî ku hat windakirin 23 sal şûn ve li bîreke navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat dîtin. Bavê Altunkaynak, Azîz Altunkaynak ji ajansa me re axivî û behsa serpêhatiya lawê xwe kir.      ‘DEWLETÊ QETIL KIR LÊ GOT PKK KIRIYE’    Altunkaynak diyar kir ku gundê wan Gelîkûrê di sala 1993’yan de ji aliyeê dewletê ve hatiye şewitandin û valakirin û piştre wan koçî gundê Tirîva kiriye û wiha got: “Di sala 1994’an de dewletê gundê Tirîva jî vala kir. Em jî neçar man koçî navenda Kerboranê bikin. Davut heya sala 1995’an li ber pez bû. Di 29’ê cotmeha 1995’an de du mamoste û karsazek ji aliyê deletê ve hatin revandin û qetilkirin. Gotin PKK’ê kiriye. Li ser vê yekê serfermandar Mehmet Tire û Hurşit Îmrem fermandarên JÎTEM’ê yên tabûrê bûn. Gotin dê tola van hilînin û li Kerboranê 50 însan bi awayek dijqanûnî hatin binçavkirin. Davut jî di nav wan de bû. Gelek kesan berdan û 7 kes man.”    ‘ÎŞKENCE LI DAYIKA DAVUT DIKIN’    Altunkaynak wiha qala serpêhatiya binçavkirina lawê xwe kir: “Rojek beriya Davut bibin, Seyhan Dogan binçav kiribûn. Dotira rojê nîvorkî tên mala me. Li Davut dipirsin. Dayika wî jî dibêje ne li malê ye. Êvarê dîsa tên malê û lê dipirsin. Dayika wî dîsa dibêje ne li malê ye. li ser vê yekê dayika wî ku beriya 15 rojan ketibû nav cihan, digirin dibin. Li qereqolê îşkence lê dikin. Li Davut dipirsin. Ew jî dibêje belkî çûbe cem mala amojina xwe. Pişt re hevala min li panzêrê siwar dikin û diçin ku Davut binçav bikin. Derî dişikînin û Davut digirin û li gel dayika wî dibin qereqolê.”   ‘CERDEVAN CIH NÎŞAN DA’    Altunkaynak destnîşan kir ku li Fermandariya Leşkeriyê îşkenceya asqiyê Filistînê li lawê min dikin. Li ber çavê dayika wî îşkence lê tê kirin. Davut ji dayika xwe avê dixwaze. Gotina wî dawî ya ji bo dayika xwe dike ev bûye. Em bi salan lê geriyan. Herî dawî di sala 2013’an de ji bo dîtina Davut kolandin hat destpêkirin. Me 5 cenazeyan li gundê Tirîva dît. Ji sala 2014’an heta 2013’an leşker li wir bûn. Dema me xebata lêgerînê da destpêkirin, cerdevanek teqewît ji kesekî re dibêje dizane cihê windayan li ku ye. Mehmet Coşkun çû wî anî. Cih nîşan da.”    HESTIYAN WÎ BI XWE DÎT    Altunkaynak anî ziman ku wan di kolandina li Kerboranê de Davut nedîtine di sala 2015’an de li navçeya Qoserê dem ali cenazeyê çawişê pisor Bîlal Batirir digerin, cenazeyê Abdurrahman Olcay û Abdurrahman Coşkun li gundê Tilzerîn tên dîtin. Altunkaynak da zanîn ku wan pişt re li ser gilîkirina şivanan cenazeyê lawê xwe Davut û Nedîm Akyon di bîreka 120 metre de kûr a li gundê Dîlanê dîtine û wiha axivî: “Leşkeran xwe berda binê bîrê, hinek hestî dîtin. Hestî hindik bûn. Me xwest em xwe berdinê. Destûr nedan. Lê min xwe berda bîrê û hestî, cil û pêlavên wan li wir bûn.”    Altunkaynak diyar kir ku li Saziya Tiba Edlî di sala 2016’an de encam derketin û hestî aydê Davutê lawê wî û Nedîm Akyon bûne û hestiyên din aydê kê bûne nehatne tespîtkirin. Altunkaynak bi bîr xist ji ber ku li Nisêbînê qedexeya derketina derve hebû, cenaze birine li Kerboranê veşartine.    TU ENCAM DERNEKETIYE    Altunkaynak bi bîr xist ku di sala 2015’an de pêvajoya darizandinê dest pê kir û dadgehê bi hêceta “ewlehiyê” dozê şandiye Semsûrê û 7 sal in doz didome û hê negihîştiye tu encamê û xwest berpirs û kujer heta hetayê werin cezakirin.    ‘MA WÊ HÊ ÇI DELÎL HEBIN’    Altunkaynak anî ziman ku heke edalet bûya dê cezayê girankirî li kujeran bihata birîn û dadgehê delîl û şahidan xwestiye û wiha domand: “Her cure delîl hene. Li ber çavê dayika wî îşkence lê kirine. Wekî din bila çi delîl hebin.”    ‘ÇAV BERDANE DEMBORIYÊ’   Altunkaynak destnîşan kir ku dadgeh ji wan qeydên kamerayê çi dixwaze û wiha got: “Em ê qeydên kamerayan ên wê demê ji ku bînin. Ev hemû tiştên min got delîl in. Qeymeqamê wê demê dibêje binçavkirin e lê hejmara wan nizane. 5 sal in dewlet dozgerê ku wek şahid dê were guhdarkirin, nayîne dozê. Dozê dirêj dikin. Me êgle dikin. Çavê wan lê dozê bi demboriyê re rûbirû bihêlin.”    ‘JI BER EM KURD IN KES NAGIRÎ’    Altunkaynak destnîşan kir ku heke Davut ne kurdbûya, zarokek ji rojavayê Tirkiyeyê bûya dê cezayê heta hetayê bida kujeran û wiha got: “Lê Davut kurd e. Ji ber ew zarokek kurd e, kes li ser wî nagirî. Wîjdanê heyeta dadgehê tune ye. Çimkî lawê min kurd e. Divê ji roja destpêkê ve kujer bihatana girtin. Ji ber em kurd in dadgeh bi nêrînek siyasî nêzî dozê dibe.”    ‘KIRYAR DIYAR IN’    Altunkaynak anî ziman ku dewlet ji kesên di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM, polîs û leşkeran ve hatin windakirin û qetilkirin re dibêje “kiryar nediyar” û herî dawî wiha got: “Kiryar nediyar nîne. Kiryar diyar e. Bi hezaran bûyerên ku jê re dibêjin kiryar nediyar hene. Kiryar diyar in lê navê kiryar nediyar lê kirine. Divê êdî kujerên van însanan bên cezakirin. Ne cezayek hindik, divê cezayê heta hetayê were birîn.”    MA /  Ahmet Kanbal