ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-21 09:00:13 * Qeyûm qadeke hezar û 33 metrekare ya Şaredariya Cizîrê ku wekî qada îtfaiyeyê dihat bikaranîn bêheq dewrî Wezareta Dadê kir.  * Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serî li Komîteya Nêzîkatiyên Hov, Dijmirovî yan jî Biçikxistinê yên Din an jî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî da û ji bo demildest gav bên avêtin bang kir.    * Cebraîl Yîgît ê ku 7 salan pêşmergetî kiriye diyar kir ku malbata Barzanî îro pişta xwe daye gelê xwe û got: "Îro hûn 5 qirûşan bidinê wê biçe birayê xwe bikuje. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesane dikare her tiştekî bikin."   * Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de ên herî zêde hedef tên girtin jin in û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin. Dem dema berxwedana jinê ye.”    * Azîz Altunkaynak ê ku hestiyên lawê xwe Davut Altunkaynak ê 12 salî di binçavan de hat windakirin dîtibû, qala tiştên di 28 salan de kişandiye kir û got: “Kujer diyar in. Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 438'emîn de berdewam bike.    * 4’emîn Konferansa Jinan a HDP’ê wê bi tev li bûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li eywana konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqereyê pêk were. (10.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Dêrsimê wê bi dirûşmeya “Ciwan Pêşerojê Diaxivin” li Eywana Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê çalakiyekê li dar bixin. (10.00-13.00)   * Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya Girtiyên, wê bi malbatên girtiyan re li BEKSAV’ê bernameyeke taştê li dar bixin. (11.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 895’emîn de dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD’a Amed û Êlihê wê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” careke din werin gelhev. (12.00) ZINDΠ   * Malbatên girtiyan û ÎHD wê ji bo girtiyên nexweş li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bidin. (13.00-16.00)   * Rêxistina HDP’a Mêrdînê wê bi tev li bûna parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû panela bi navê “Di Îslamê de Heq û Edalet” li dar bixe. (13.00)   * Di çarçoveya Hefteya Windakiriyan de wê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê fîlm were pêşandan. (14.00)