Ciwanên HDP'î hatin berdan 2022-05-20 20:24:19   STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku gava binçavkirina ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin şermezar kiribûn hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), binçavkirina rêvebir û ciwanan ên li Amedê hatibûn binçavkirin li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bi meşekê şermezar kiribûn. Ciwanên di meşê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Mecîdiyekoyê ya Şîşliyê hatin berdan.